
Sign up to save your podcasts
Or


Beşa Pêncemîn: Hacer Ozdemîr
Di beşa pêncemîn ya di bernameya me de mêvana me aktîvîst Hacer Ozdemîr behsa tecrubeye û xebatên hevpar ya Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst ya Tirkîye dike.
Beşa Çaremîn: Emel Çîftçî
Di beşa çaremîn ya di bernameya me de mêvana me hunermend Emel Çîftçî behsa tecrubeyên jinên kurd ya di xebatên çand û hunerê û bandora van xebatan ya ku li têkoşîna li hemberî tundîyê dikî kir.
Beşa Sêyemîn: Gulşen Demîr
Di beşa sêyemîn ya di bernameya me de mêvana me parêzer û endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê Gulşen Demîr behsa bikaranîna mekanîzmayên hiqûqî ya di têkoşîna li hemberî tundîyê de dike.
Beşa Duyemîn: Zubeyde Ogurlu
Di beşa duyemîn ya bernameya me de mêvana me aktîvîst Zubeyde Ogurlu behsa sazîyên jinên kurd ya sîvîl û tecrubeyên van sazîyan dike.
Beşa Yekemîn:Çaglar Demîrel
Wek Komeleya Dema Jinan di beşa yekemîn ya di bernameya me ya di derheqê deskeftî û tecrubeyên jinên kurd ya di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de, mêvana me aktîvîst Çaglar Demîrel behsa tecrube û deskeftîyên jinên kurd ya di qada rêveberîyên heremî de dike.
Di vê sezonê de em behsa di têkoşîna li hember tundîya li ser jinan de tecrube û deskeftîyen jinên kurd dikin.
Amadekar: Newroz Unverdî
Ev proje bi piştgirîya nûnertîya komeleya Tirkîyeyê a Frîedrîch-Ebert-Stîftung’ ê pêk hat.
Me di vê podcastê de Encamnameya Komcivîna Navendên Şêwr û Piştgirî û Stargehên Jinan ku cotmeha 2022an li Amedê pêk hatibû bi kurdî vegot. Ber bi Komcivîna 26em em dixwazin bînin bîra xwe bê em çi axivîbûn û xal bi xal rêz bikin. Bi hêviya jiyaneke bê stargeh!
Di vê podcastê de me qala keda jinan, îstismarkirina keda wan û têkoşîna li dijî vê mêtingeriyê kir.
Bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê; Her wiha em ê behsa keda jinan a bi sed salan a li malê ku nayê dîtin bikin, ji bo karê wekhev mûçeyê wekhev nagirin û di şert û mercên awarte de jin yekem in ku ji kar tên derxistin.
Mijara me ya îroj ku rasterast bandor li jiyana me dike; çerxa menstrual an jî regl e.
Em di vê podcastê de li ser çerxa menstrual, xizaniya reglê û zehmetiyên ku em dibînin sekinîn.
Rêwîtiyeke dirêj ya 8ê adarê ku weke Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin heye. Di civak, mal, sikak û cihên karan de jinên ku ne xwediyê mafên wekhev in, piştguhkirina mafên wan û hema hema di her qadê de astengkirina azadiya wan îroj bû sedem ku weke roja jinên kedkar were îlankirin û ji bo azadî û mafên wekhev îroj û her roj bibe rojên têkoşînê.
Di vê 8ê Adarê de êşa me jî hêrsa me jî pir mezin e. Em ê li hember vê hilweşandinê ku encama ixmalkarî û pêrgala rantê ye her dem têbikoşin û li qadan piştgiriyê mezin bikin.
From the publisher's feed