
Sign up to save your podcasts
Or


Şemoyê Memê bi salan e li ser folklara Kurdî xebatên xwe dimeşîne. 2024an de ev xebat bi berhemeke bi navê “Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî” li hev civiyan û ji Nûbiharê çap bû. Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.Şemoyê Memê di sala 1979an de, li herêma Xoçvanê, gundê Omeraxa ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Îzmîtê kuta kiriye. Di sala 2000î de zanîngeha Stenbolê beşa Sosyolojiyê qedandiye. Gelek salan li saziyên sivîl xwebexş dersên Kurdî daye. Li ser zargotin, çand, bawerî û kevneşopiyên Kurdî gelek gotar nivîsîne û xebatên xwe didomîne. Mamoste ye û endamê çend saziyên sivîl e. Zewîciye û bavê du zarokan e.Aziz Tekin, li Zanîngeha Marmara Fakulteya Ragihandinê beşa Rojnamegeriyê xwend. Li Zanîngeha Arelê di beşa Xebatên Çandî de master kir. Di bin banê hin saziyan de karê rojnamegeriyê kir. 4 sal li Weşanên Weqfa İsmail Beşikci xebitî. Li Weşanxaneya Nûbiharê karê Koordînatiriya Weşanxaneyê birêve dibe.
By Nûbihar PodcastŞemoyê Memê bi salan e li ser folklara Kurdî xebatên xwe dimeşîne. 2024an de ev xebat bi berhemeke bi navê “Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî” li hev civiyan û ji Nûbiharê çap bû. Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.Şemoyê Memê di sala 1979an de, li herêma Xoçvanê, gundê Omeraxa ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Îzmîtê kuta kiriye. Di sala 2000î de zanîngeha Stenbolê beşa Sosyolojiyê qedandiye. Gelek salan li saziyên sivîl xwebexş dersên Kurdî daye. Li ser zargotin, çand, bawerî û kevneşopiyên Kurdî gelek gotar nivîsîne û xebatên xwe didomîne. Mamoste ye û endamê çend saziyên sivîl e. Zewîciye û bavê du zarokan e.Aziz Tekin, li Zanîngeha Marmara Fakulteya Ragihandinê beşa Rojnamegeriyê xwend. Li Zanîngeha Arelê di beşa Xebatên Çandî de master kir. Di bin banê hin saziyan de karê rojnamegeriyê kir. 4 sal li Weşanên Weqfa İsmail Beşikci xebitî. Li Weşanxaneya Nûbiharê karê Koordînatiriya Weşanxaneyê birêve dibe.