
Sign up to save your podcasts
Or


Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.
Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin.
Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî
kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên
çanda kurdî piştgiriyê bidin wî
Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake
Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin.
Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî
@AzizKalo
Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku serdozgeriyê ji destpêkê ve li ser mirina Tahîr Elçî derbarê ti kesî de lêpirsîn vene kir.
Baroya Amedê li Londonê sînevîzyona bi deng û dîmen amade kir, piştî wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Dibe ku kes nehate ceza kirin lê em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye.
Qeyrana aboriyê kêr gihandiye hestî. Xelk dibêje ne dikarin parîk nan bistînîm û ne jî dikarin ji malên xwe derkevin herin cihekî.
Li gorî gotina xelkê, heta hikûmet neguhere aborî dê baş nebe.
• Nivîskar Ronî Aydin Derê ku di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de çû Ewropayê, pêvajoya penaberiyê û jiyana xwe ya li Swîsre ji me re vegot.
• Divê em penaberiyê pir şîrîn nîşan nedin, ji ber ku penaberî cîhê helandinê ye. An mirov divê bi ser bikeve an jî dibe ku di nav de dihele. Û gelek kes jî di nav de heliya ne.
• Li Ewropayê karmend, xwendekar, siyasetmedar divê xwe bi rêxistin bikin û derfetên li vir jî ji bona Kurdistanê bi kar bînin.
From the publisher's feed