Raperina Gel

Rêber


Listen Later

Awaze Çiya

Gotın:

Mizgîn e ji Dîcle û Firat, mizgîn e

Dîsa çav li Cûdî hêwirîne

Kurmancên dinê lê dor bûne kom

Deng vedan war bi war û kom bi kom

Tîrêjên berbangê avêt çiyan

Roka me li gerdûnê bû xuya

Li ser ser û çavan tu hatî

Hêviya hezar salan

Ji bo axa tî û terikî

Bû hilm û ba û baran

Gundê fîsê xweş civat e

Şêwira doza giran

Qêrîna zindan û çiyan

Dengê berxwedan û jiyan

(Çend gotin ji hevalekî ku dengê xwe şibandiye yê Xelîl Xemgînî)

Apo, ronî û hetav e

Apo, şêrîn û xweşnav e

Apo, rêberê Kurda ye

Rabûna gela ye.

Bû dengek li her derê olan da

Bû rengek, xwe li her derê veda

Alaya bilind û rengîn î

Serfiraz, her dem baweşînî

Ji nû ve koka dîrokê veda

Rûtkê çepkê dewlet û key xwe da

Ronî kir jin û jîngeh û xweza

Şewq da ser çanda civaka azad

Wê lingên hespê derwêşan

Di bajarê mişkan de nema bişkên

Wê qûmriyên Kela Dimdimê

Xwe bi dar venekin bi keziyên xwe

Wê zarokên welatê agir

Nema li ser axa xwe bibin penaber

Di bin gehna tîrojên ronahiya te de

Xweza xwe têr bike bi germahiya evîna te

Tevahî destanên bi êş, wê bi dawî bibin

Wê Cûdîya mirada bi mirada xwe şa bibe

Wê bi "lasera" xwe de ala Egîd û Mazlûman

Nûda û Zîlanan serfiraz li ba bike

Xewna girtiyên azad li ser sûrên Amedê rastî ye

De bila seydayê Xanî jî di meqamê xwe de dilşa razê

Va ye me kurdan heya rêber

Dengê te rengê me de

Kurdên çiyayê hev civîn

Bo azadiya însan

Li ser xaka Kurdistan

Bûn jiyan û herikîn

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Raperina GelBy roj