Sign up to save your podcasts
Or

Şîroveyek: ‘’Ji vê stranê tiştekî fehm nakim, lê min pozîtîf dike, enerjîyeke wê ya ecêb heye.’’
Şîroveyeke din: ‘’Ji Qeredenîzê silav bo we, ez nizanim çi dibêje va strana, lê têra min dike ku ez pê rabim bireqisim.’’
Şîroveyeke din: ‘’Şeva berê li Stenbolê li barekê lêket ew stran. Ortam ne îşê îşan xweş bû. Muzîkên Kurdan bi rastî coşeke mezin çêdikin. Gava ew stran lêket ji nişka ve heyecanek bi salonê ket. Kê zanibû nizanibû, herkes rabû govendê. Yên li maseyên xwe man jî li şûnên xwe govend gerandin. Pir enteresan û pir xweş bû.’’
Û şîroveyeke din: ‘’Ûlan ku wanî here ewê temamê Tirkîyê Kurdî bielime, stranê vedikim û nikarim bigirim.’’
Bi Tirkî bi hezarên şîroveyên din yên bi vî rengî di YouTubeê de li binê klîpa Kurdish Mashup 2019 ya Halil Fesli û İbocan Sarıgül hatine nivîsîn.
Halil Fesli, İbocan Sarıgül û Kurdish Mashup 2019 bi serê xwe belkî tiştekî îfade nekin bo we, lê gava ez bêjim ‘’bilibendê bilibendê’’ ez dibêjim qey ewê bêhemdî we ji guhên we ber bi çavên we rîtmekê reqsê çêbe.
Bilibendê.. Bo em manaya vê peyva têra xwe ecêb û enteresan me berê li ferhangan nihêrî. Ew peyv ne di ferhenga D. Îzolî ne jî di ya M. Emin Bozarslan de hebû. Di çapa berfirehkirî ya ferhenga Zana Farqînî de jî me ew peyv nedît. Li ser ferhengên înteraktîf yên mîna tirsik.net û eksisozlukê bo ‘’bilibendê’’ hin malumat hebûn, lê ti kesî tam nizanibû ‘’bilibendê’’ çi ye.
Perxudres Podcast bo manaya ‘’bilibendê’’ bibîne bi refleksên rojnamegerîyê xwe gêhand Halil Fesli û ji muxatabê meseleyê meraqa herkesî pirsî.
Berî em derbazî detayên manaya ‘’bilibendê’’ bibin gerek em bibêjin, di vê qeydê de em di Hezîrana 2022yan de ne û hejmara temaşeya mash-upa ku bi navê ‘’bilibendê’’ tê zanîn nêzîkî 200 mîlyon e. 200 mîlyon temaşe, van rojan, li hin derdoran bo klîpeke Kurdî rekoreke YouTubeî tê qebûlkirin.
De em vegerin detayên Halil Fesli dane. Dema me xwe bi rêka telefonê hinekî bi zorê gêhand Halil Fesli piştî halpirsînê, pirsa me ya pêşî hema ser manaya ‘’bilibendê’’ bû elbet.
Jiber ku me zanibû Halil Fesli û İbocan Sarıgül ji Bazarcıxê ne, bi nîyeta nîşandana zanîna zimanê hêla Meraşê me got ‘’Hinek peyvên devokî hene ku di ti ferhengan de meriv wan nabîne, eceb ‘bilibendê’ jî peyveke wê hêlê ye?’’
Lê li ser vê pirsê cewaba Halil Fesli bi tîqetîq ‘’na’’ bû û meseleya ku wî ser ‘’bilibendê’’ gotî jî, bi me ji peyvê bi xwe enteresantir hat:
Halil Fesli dibêje ‘’Peyva stranê di eslê xwe de ‘dilixemê dilixemê’ ye, sola bîne ez rabim ez dilixema xwe nadim. Hevalê min Îbocan, jiber ku Kurdîya wî gelekî şikestî ye li şûna ku bibêje ‘dilixemê’, ’dilixemê’, got ’bilibendê’, ’bilibendê’ û bi wî şeklî ma, ti manaya ‘bilibendê’ tune.’’ Li ser vê malumata ecêb, di şokê de, me got ‘’Çawa yanî, gava hevalê te şaş got, te mudaxele nekir? Te negot ‘Bilibendê çi ye? Bêje ’dilixemê?’’
Bo vê pirsê jî Halil Fesli xayet relaks dibêje ‘’Roja ku Îbocan li studyo cîhên ku ew dibêje qeyd dikir, ez ne li cem bûm. Eger ez li cem bûma, minê mudaxele bikira..’’
Li vir jiber ku barê gotinên şaş dimîne ser İbocan Sarıgül, me xwest em bi wî re jî ser çîroka ‘’bilibendê’’ xeber bidin, lê wî cewab neda mesajên me û telefona me jî venekir. Loma em bi gotinên Halil Fesli bidomînin.
Halil Fesli dibêje ‘’Me Kurdish Mashup 2019 li YouTubeê bar kir bi şûnde 6 mehan kesî em temaşe nekirin, kesî em nebihîstin. Me digot 200,000 caran were temaşekirin temam e lê dûra, deng veda û belav bû û belav bû û belav bû..’’
Fesli ser sira dengvedanê jî dibêje‘’Milet ji gotinên du-carî hez dike’’ û di ser ‘’bilibendê bilibendê’’ re balê dikişîne ser stranên Tarkanê megastarê Tirkan: ‘’kuzu kuzu’’, ‘’dudu dudu’’, ‘’geççek geççek’’
...
Dewama nivîsê li ser vê lînkê ye
Perxudres Podcastê bi vê xelekê sala 2022yan ew xelata rojnamegerîyê sitandiye ku li ser xatiraya Musa Anter tê dayîn.
Fotografa li qapaxê: Halil Fesli û Ibocan Sarıgul, ji klîpa Kurdish Mashup 2019 - Youtube.
By Ömer Faruk BaranŞîroveyek: ‘’Ji vê stranê tiştekî fehm nakim, lê min pozîtîf dike, enerjîyeke wê ya ecêb heye.’’