Sign up to save your podcasts
Or

Qirara Veqetînê, bi Tirkî, Ayrılma Kararı ya Park Chan-wook bi navê xwe bala min kişand di MUBIyê de. Park Chan-wook bi vê fîlma romantîk û dramatîk sala 2022yan li Cannesê xelat sitandiye; ne seba xelatê lê seba navê wê min vekir, sêr kir fîlm. Fîlmê jiber qelebalixîyê ez westandim hinekî di serî de, sankî ber bi talîya fîlmê ve meseleya wê ji hev derket û ez ancax ketim atmosferê.
***
Bi Qirara Veqetînê ez kanim bêjim sedsala 21ê înternet xist her derê û pê re şubhe jî ket her dilî: Di vê sedsalê de sedeqat, samîmîyeta ji dil ne mimkun e hebe jibo jin û mêrên bi hevdu re dimeşin. Înternetê eşkere raber kir ku modernîzm, medenîyeta sedsala 20an li sedsala 21ê kar nake û însan zebt nabe gava li hez û heyecanê digere. Hez û heyecana ku ji rêka xwe ya esîl derdikeve jî hizûr û heyatê diherimîne, bela li ser belayan tîne. Heyranê wan însanên han im ku kanin qirara veqetînê bidin û vediqetin qaşo. Gorey min heta înternet hebe veqetîn tuneye, dûrketin heye, lê veqetîn tuneye. Kî kê diterikîne, kî kê berdide, kî ji kê vediqete Xudê hebînî? Herkes ji berê bêtir bi herkesî re ye, herkes ji berê bêtir herkesî teqîb dike.
***
By Ömer Faruk BaranQirara Veqetînê, bi Tirkî, Ayrılma Kararı ya Park Chan-wook bi navê xwe bala min kişand di MUBIyê de. Park Chan-wook bi vê fîlma romantîk û dramatîk sala 2022yan li Cannesê xelat sitandiye; ne seba xelatê lê seba navê wê min vekir, sêr kir fîlm. Fîlmê jiber qelebalixîyê ez westandim hinekî di serî de, sankî ber bi talîya fîlmê ve meseleya wê ji hev derket û ez ancax ketim atmosferê.