Perxudres Podcast

#145. Şewata Ewraqi Metruke | Hezîran 2024


Listen Later

Fîş û faturayên cotkarî û çandinîyê, çend fotokopîyên tapûyên erdan.
Deftereka qaba wê sor, li ser Kabe hatiye neqişandin, têde xerîte û krokî hene, destxeta xoceyekî, behsa Ayetel Kursî û Weduha kiriye, behsa Sûreya Tariq.
Afîşa daweta mewlûdekê, belgeyên garantîyê, heb û derman, rapor û reçeteyên doktoran.
Barek pelgên teqwîmên dînî, şiîreka Nabî sankî, ji sala 1999an îmsaqîyeka rojîya Remezanê, îd li serê sala 2000î rast hatibû..
Mesrefên tadîlatekê, danûstandinên bi dostan re, di zerfekê de mîswaqek, kartvîzîtên hekîm û hosteyan, kartvîzîtên dikan û restorantan..
Û hinek ewraqên din yên ez rind zanim ku tu naxwazî ez behsê bikim li ser edet û wesîyeta te, ro ji nîvro qulibîyeka Hezîrana 2024an, li ber rûniştime dişewitînim Baba.


Min fotografên te yên gêncîyê, ewên ku te tek careka tenê raberî min kiribûn rakirin, û deftera ku te têde bi Kurmancî, bi Tirkî û bi Erebî yazi kiriye ku nexweşî gî ji elemê ne, min ew jî rakir.
Ez wan naşewitînim, bira ew min bişewitînin heta ez sax im, lê ne silamet im li vê heyatê.


Omer Faruk Baran

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran