Tarîxçe-î Heyat ya Bedîuzzeman Seîd Nursî dibêje dema ew li Isparta dima jin, mêr, gênc, kal û pîr bi hezaran telebeyên wî yên ji wan hêlan rîsaleyên wî yên nûr bi yaziyên destan neşr dikirin.
Gorey wê tarîxçeyê wan çaxan hinek telebeyên wer wisa hebûne ku 7-8 salan ji malên xwe dernediketine û bi ro û şev Rîsale-î Nûr dinivîsîne.
Tê gotin ku wan salan bi sed hezaran nusxeyên Rîsale-î Nûr bi xetên Erebî hatine nivîsîn û hatine belakirin.Sîyasetvan Süleyman Demirel mesela, ku ew jî ji hêla Isparta ye û li dewleta sek-sekuler ya Tirkîyê heft caran bûye serokwezîr, di roportajekê de behsa wan rîsaleyan dike.
Demirel ser rîsaleyan dibêje ‘’Salên 1930î ez zarok bûm, min ew cara siftih wê çaxê bihîstin’’ û dibêje ‘’Li gundê me İslamköyê belkî li 15-20 malan Rîsale-î Nûr dihatin nivîsîn, dihatin neşr kirin.’’Serê salên 2000î geh li Sirûcê geh li Riha şevên Înê seba ez gunehan ji xwe daweşînim û bi fikr û fiîlên pak li heyatê vegerim, di ziqaqên teng û tarî re car caran diçûm malên Nûrcîyan û min li wan malan ji wan ne ewên dinivîsinin, lê ewên dixwînin nas dikirin.Hebûn hinek; hebûn hinek bi mehan bi salan tew ji mal derneketibûn û wer Rîsaleyî Nûr xwendibûn. Bi min pir ecêb dihatin.
Hîn jî bi min pir ecêb tên; ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr nivîsîne, ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr xwendine, pir ecêb.
Nivîskar Orhan Pamuk ku di epîgrafeka Kara Kitapê de ji İbni Zerhani neqil kiriye: Ti tişt nola heyatê ne ecêb e, xêncî nivîsê.
BÎBLÎYOGRAFYAKovara Nûbihar, Hejmara 167yan, Pak Ajans - 2024Orhan Pamuk, Kara Kitap, İletişim Yayınları - 1997
Risale-i Nur Müellifi Bediüzzaman Said Nursi Tarihçe-i Hayatı, Şahdamar Yayınları - 2013Murat Arslan, Süleyman Demirel, İletişim Yayınları - 2019Bi yaziya destan Rîsale-î NûrLi ortê Süleyman Demirel, bi dê û bavê xwe re.✍️ Di vê xelekê de bi navê Seîdê Nûrsî meseleya xwendin û nivîsînê heye. 📸 Fotografa li qapaxê: Sala 1958an li Afyonê hatiye kişandin. Î fotograf kişandî gorey gotina Kemal Ural, Tuncer Nurî Yükselê 16 salî kişandiye. Ural dibêje Seîd Nursî piştî çend fotografan dibîne ku fotografên wî têne kişandin û destê xwe radike, ''di-bes!-îne.''Eger tu meseleyên ser fotografan hez dikî meseleyeka din heye: Ji vê lînkê tu dikarî Ji Apî Selamî Heta Hawarê Hawarê guhdarî bikî. ✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî e-maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te. 👁️ Bê YouTube nabe elbet. Temamê podcastên li vir li ser Youtube jî hene. https://www.youtube.com/perxudresSubstack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/nivisina-nursi-u-xwendina-seidi?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=webBlogspot:https://perxudres.blogspot.com/Youtube:https://youtu.be/uY_jhA6mi4sSpotify:https://open.spotify.com/episode/4QuM4tos8ceFVJ3pjDBeR7?si=6bddebe4e8f143d9