Perxudres Podcast

#160. Bi Fırat û İbrahim Tatlıses Girîyekî Hezîran 1997


Listen Later

  • ​📺 Di vê xelekê de ser Fıratê, ku salên 1997-1998an li ser ekranên Star TVyê bû, çend gotin hene.
  • Ji vê lînkê tu dikarî li muzîka vê podcastê guhdarî bikî: İbrahim Tatlıses - Fırat
  • 📸 Fotografa li qapaxê: MuzikPlay - Youtube
  • Eger tu ji meseleyên muzîkê hez dikî meseleyeka din heye li ser Perxudres Podcastê: Tu dikarî ji vê lînkê li ''I, E, Ê û Skandaleka Kahtalı Mıçe'' guhdarî bikî.
  • ​✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî -maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te.

    • Keçikên berbext yên gundê me Tionekê bo bi hev re di Star TVyê de Fıratê temaşe bikin bi ro li hev kiribûn û bi şev li mala Apî Emîn,  mala Emînê Hec Ehmed kom bûbûn.
      Berî ew kom bibin, Apî Emîn û xanima wî Zeloya Îbo û ahilên li derdorê seba ‘’cahil ji xwe re rûnin televîzyonê sêr bikin’’ mal terk kiribûn û bi cîranên xwe re çûbûn maleka dûrî malên wan.
      Behsa salên 1990î dikim ku di wan çaxên zarokîya min de televîzyon hîn jî luks dihate hesêb û li gund li her malê tunebû. Gerçi li mala me ya li Sirûcê hebû televîzyon, lê mekteb hatibûn girtin û em bi koçerî çûbûn gund. Jixwe ku em li Sirûcê bûna jî televîzyona me êvarê bo xeberleran dihat vekirin û paşê jî jiber ku gorey me tiştek têde nedima, nola ku qaîdeyek be dihat girtin.

        • Şor ne ew e, sala 1997an wê şeva ku 21ê Hezîranê diçû 22yê Hezîranê, li Star TVyê xeleka 6an ya Fıratê hebû. Fırat, ku li ber serê me bû, û di devê me de Ferat bû û ku îcab dikir, ditewîya-dibû Ferêt, bi dest û dîrektorîya İbrahîm Tatlıses hatibû ser televîzyonê.
          • Ez ne keçikeka berbext bûm, lê ya min ez jî mîna çend hevalên xwe, wê Hezîrana min 8 qut dikirin û diketim 9an bi kontenjana zarokan, bi xwişk û dotmamên xwe re çûbûm mala Apî Emîn ku Fıratê sêr kim.
          • Wan keçikên berbext, ewên bi tix û dantel û bi yazmeyên rengrengî, gava Fıratê destpê kiribû, tix û dantêl danîbûn û tîqî televîzyonê bûbûn û dûra jî bi sahneya fetisîna li Ferêt yazmeyên xwe hêdî hêdî ji serên xwe danîbûn û pê hêsirên xwe damalabûn.
          • A min ne yazmeyek hebû li serê min, ne di berîyê min destmalek. Daku ti keçikeka berbext nebîne girîya min, daku hevalên min jî nebînin hêsirên min û nebêjin ‘’Ma tu qîzik î!’’ û bi min nekenin, ez ji mala Apî Emîn derketibûm û çûbûm derve di reşetariyê de girîyabûm.
          • Ew çax û va çax e çi wext ji dengê İbrahim Tatlıses dibihîsim Fıratê girîyê min tê. Ma girîyê kê nê ku! Stran ku dibêje ava Ferêt e xuşexuş e honik e, qatil e kuştiye yara bejnzirav û tenik e, wê hîn ro nedîye ku teze bûk e canik e.
            Omer Faruk Baran
          • ▶️Fotografên vê xelekê ji klîpa Fırat ya İbrahim Tatlıses hatine girtin ku li ser Youtubeê wê kanala nav MuzikPlay weşandiye.
            📺Fırat salên 1997, 1998an bi 34 xelekan li ser ekranên Star TVyê bû.
          • Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/bi-frat-u-ibrahim-tatlses-giriyeki?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web

          • Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/

          • Youtube:https://youtu.be/owT7lI6F_Z4

          • Spotify:https://open.spotify.com/episode/2GrQEJt6ZHiSfBbYYqPBpZ?si=4ae78a2611074a2a

          • ...more
            View all episodesView all episodes
            Download on the App Store

            Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran