Perxudres Podcast

#185. Mektûba Guhdar Letîf û Dengê Fadilê Kufragî


Listen Later

Havîna 2019an bû. Piştî nîvro saet 1 bû hema bêje. Ez bi west ji ber pez dihatim, ber bi mal ve dimeşîyam. Hîngî germ bû xwîdan wek dilopên baranê ji enîya min berjêr dibû.


Li ber westa min, teselîya min, telefona min Samsung A10 bû; têde bi dengê Fadilê Kufragî, ‘’Bavê Fexrîya’’ lêdiket.


Piçek nêzî mal bûm. Dayê şaneşîn şirt dikir, balkon dişûşt . Wekî ku tiştekî xerîb bihîstibe serê xwe rakir, li min mêze kir. Qey dengê telefonê çû wê. Got: ‘’Letîf, lawê min, ew ne Fadilê Kor e?’’


Min got ‘’Na dayê, jê re dibêjin Fadilê Kufragî, navê gundê wî Kufrag e, navê wî jî bûye Fadilê Kufragî.’’


Wê jî got ‘’Lawê min ez zanim ji Kufragê ye, çavên wî kor in, jê re dibêjin Fadilê Kor jî.’’


Ez gelekî şaş bûm, piçek jî kelecanî bûm: Min berê qet nedîtibû dayê li Fadilê Kufragî yan jî li dengbêjekî din guhdarî kiribû.


Bi vê şoka xwe çûm şaneşînê, li ser kursîyekê rûniştim. Min av vexwar û min dengê kilamê bilindtir kir jibo dayê.


Û ji nişka ve dengê dapîra min hat, ew pîra wek hikûmetê, wek dewletê got, ‘’Ew ne dengê Fadilê Kor e?’’


Ez careke din ketim şokê. Şok dibêjim, jiber ku li ser min pir bandor kir. Belkî jî emrê min biçûk bû an jî ez xeşîm bûm, jiber wê tesîra wê zêde bû li ser min.


Min got ‘’Erê dayê’, - ez ji dapîra xwe re jî dibêjim ‘’dayê.’’


Dayê hat li ba me rûnişt û got ‘’Lawê min de ka Tahir û Zahir veke, Fadilê Kor xweş dibêje.’’


Min vekir; xuya bû dayê ji demeka pir dirêj ve bû ku li Fadilê Kufragî guhdarî nekiribû. Çinku tekenolojî pêşve çûbû û mezinên me yên wekî dayê, kal û pîrên me yên nizanin telefonan bixebitînin bê kilam mabûn.


Dayê di ber kilama Tahir û Zahir re got, ‘’Berê telefon melefon tunebûn, diçûn Mêrdînê, li ba Fadilê Kor bandê xwe tije dikirin û dianîn û me jî bi wî awayî lê guhdarî dikir.’'


Bavê min li eywanê razabû, dengê kilaman û sohbeta me çûbû wî jî. Ew jî rabû hat balkonê.


Dayê jê re got ‘’Ka were were, ka were lawê te li kê guhdarî dike?’’


Gava dayê wisa got sînga min nepixî, çavê min fireh bûn ji kêf û kelecanîyê û piçek jî ji şermê. Çinku min ji bavê xwe şerm dikir.


Bavê min bi dengê Fadilê Kufragî re got ‘’Wey wey wey, ev demek dirêj e min lê guhdarî nekiriye’’ û hema telefon ji destê min girt û çû li ser kursîyê rûnişt.


Lîste dirêj dibû, lîste pir dirêj dibû, bi kilamên bi dengê Fadilê Kor û Kufragî re em diçûn wî zemanê berê û me li dinyayê dinêrî. 


Guhdar Letîf


Fotografa li qapaxê: Guhdar Letîf

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran