Perxudres Podcast

#186. Çep û Çeleng Eren Keskin | Meha Yekê 2025


Listen Later

Eren Keskina bi karên xwe yên hiqûqî tê naskirin di roportajeka xwe ya sala 2022yan de dibêje jinên polîtikaya çep çima li xwe nanêrin, çima xwe xweşik, xwe çeleng nakin, ew ti carî fehm nake. 


Li ser vê pirsa xwe Eren Keskin dîsa bi xwe cewabê dide, dibêje mêran ji xwe re şeklek daye jinên polîtîkaya çep û jinan jî qebûl kiriye û tim wisa maye. 


Bi vê pirsê bi vê cewabê re wer tê xanê ku Eren Keskin bi qasî micadeleya xwe ya ser heq û hiqûqê, seba makyaja xwe, seba cil û kincên xwe jî pir li ber xwe daye. 


‘’Piştî çennnd û çendek salan stîla min hat qebûlkirin’’ dibêje Eren Keskin, lê bi keser dewam dike ‘’min pir bihîst ku gotin ‘’tu ne jineka ji me yî’’, ‘’cilên te ne li gor me ne’’, ‘’tu pir zêde makjayê dikî.’’


Îro ro qalib û qaîdeyên sekn û sîyaseta çep şikestine, şekl û şemal guherîne û makyaj bûye meseleka normal û nexematikesî, lê salên 1980î û 1990î dinya li ser dewr û dûzeneka din bûye. 


Di wê dewr û dûzenê de, muzîsyen Ahmet Kaya, ku bi kasetên xwe wan salan çûye guhên bi mîlyonan kesan, li Stenbolê her ku çav li Eren Keskin diketiye, jê re bi Tirkî digotiye ‘’Sen Eren, solun en güzel kadınısın.’’, ‘’Lê lê hevalê, tu li hêla me ya çep jineka çiqas çeleng î, pir çeleng î’’ 


Omer Faruk Baran



Bircan Değirmenci, Eren Keskin - Keskin Bir Hayat, İletişim Yayınları, 2022 


Hakikat, İnat, Cesaret, Umut: Eren Keskin, Söyleşi: Ayşegül Doğan, YouTube: SES Eşitlik ve Dayanışma Derneği, 2022


***


Perxudres Podcast weşaneka serbixwe ye û ji ti cîhî ti pere û piştgirîyê nastîne. Destekçîyên Perxudres Podcsostê guhdarên nola te hêja ne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî hikmê xwe destekê bidî vê podcastê ku weşana wê nesekine, dewam bike. ⁠⁠


***

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran