Sign up to save your podcasts
Or
‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket.
Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît.
Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend.
Carê ji destpêkê heta dawîyê, carê jî ji dawîyê heta destpêkê; her carê, nola Selîm Temo jî gotî, bi dengê beytikê dûr ji hêlînê
‘’Hilbe Kobanî’’, ku silavek e li Çîyayê Agirîyê, şahidîya dewrekê ye bi şîn, şahî û şanoyê.
Selîm Temo, şairê ku wer dixewine pir qeherîye ji sanîyeyên li sanîyeyan nasekinin û silavekê lê nadin, saet di sê kêm deh deqîqe de sekinandiye seba xatirê wî şervanî, ew şervanê Herba Kobanî ku ketiye, ketiye Hilbe Kobanî.
wa xortikê genimrengê delalî
wa hespê rewan î enîbeş
ka were û careka din bêje lo
‘’heval, saet sê kêm deh deqîqe’’
Omer Faruk Baran