Perxudres Podcast

#188. Marûf Xeznedar, Ema Sazbend û Blind Guardian


Listen Later

28.01.2025, Sêşem


Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend.


Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe.


Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû şandin.’’


Vê gotina Xeznedar şoreka Ema Sazbend anî bîra min.


Ema Sazbend di roportajekê de dibêje ‘’Şairî ne her karê herkesî ye, Rebbil Alemîn, aqilê şairan bi ronahîya hîv û ro û stêrkan, bi şiqînîya berf û baran û tav û tofanan û bi bîna gul û gupikên biharê, wan tevehev dike û çêdike.’’


Stara te Xwedê, fikrên ecêb û enteresan. Gotinên Prof. Dr. Marûf Xeznedar û Ema Sazbend straneka bi dengê Blind Guardian tînîn bîra min, The Bard’s Song, strana sazbend yanî, şiîra şaîr.


tomorrow will take us away far from home, no one will ever know our names, but the bard’s song will remain.


Omer Faruk Baran

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran