Perxudres Podcast

#189. Psikolojîya Abdullah Cevdet, Ruhîyata Ziya Gökalp


Listen Later

29.01.2025, Çarşem


Bi şev wer ji nişka ve hat bîra min, min vekir li Çankaya, li xatirayên Falih Rıfkı Atay nihêrî.


Falih Rıfkı Atay, ku katibê Mustafa Kemal Atatürk bûye, di vê kitabê de ser salên pêşî yên dewleta Tirkîyê û meseleyên zimanê Tirkî malumatên êpêce enteresan dide.


A kir ku ez vekim careka din li wê kitabê binêrim, meseleka Ziya Gökalp û Abdullah Cevdet bû.


Gorey gotina Falih Rıfkı Atay, Ziya Gökalp jibo ‘’psîkolojî’’yê digotiye ‘’ruhiyat’’, Abdullah Cevdet jî digotiye ‘’psikoloçya’’.


Bi vê mantiqê, Ziya Gökalp ji ‘’psîkolog’’ re digotiye ‘’ruhiyatçı’’, Abdullah Cevdet jî digotiye ‘’psikoloçyaî’’


Ziya Gökalp ji Diyarbekir, Abdullah Cevdet ji Xarpêtê ye. Xwezîya sax bûna îro, ne seba zimanê Tirkî lê jibo Kurdî me dîsa ‘’psîkolog’’ ji wan pirs bikira.


Herhal wê Ziya Gökalp bigota ‘’derûnnas’’ û Abdullah Cevdet jî wê dûz, dîrekt bigota ‘’psîkolog’’


Ez bi xwe li hêla Abdullah Cevdet disekinim, tercîha min jî psîkolog e yanî. Di hinek meseleyan de ji Kurdîzekirina hez nakim, ji ‘’derûnnas’’ê hez nakim.


Dibînim mesela, dibînim hinek nabêjin ‘’mîmar’’, lê dibêjin ‘’avahîsaz..’’, ew jî bi min ecêb tê.


Ehmedê Xanî ku digot ‘’Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye’’, îro ku ji tirbê rabe, sax be wê bi vî zimanî bêje ‘’Vî zemanî her kesek mîmarê profîla xwe ya Instagramê ye’’, texmîn nakim ku bêje ‘’avahîsaz’’.


Ha hîpotez ha farazîye, texmîn nakim.



...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran