Perxudres Podcast

#190. Azadîya Koma Dengê Azadî


Listen Later

30.01.2025, Pêncşem


Kovara Deng, Adara 1992yan bi Koma Dengê Azadî re roportajek kiriye.

Jiber ku wextekê min li Fedî, li wê albuma Koma Dengê Azadî pir û pir guhdarî kiribû, min roportaj bi meraqeka ‘’ka çi gotine û çi negotine wê çaxê’’ xwend.
Roportaj hîn pir berî ‘’Fedî’’yê, piştî ku Koma Dengê Azadî albuma xwe ya pêşî ‘’Hêvî’’ derxistiye, hatiye kirin.
Di roportajê de tiştekî pir bala min kişand. Koma Dengê Azadî dibêje, di komê de 7 kes hene û ji wan 2 mihendis in, 1 îşçî ye, 1 konservatuar, 2 lîse û 2 jî unîversîteyê dixwînin.
Qey wan çaxan dostanî û danûstandineka baş û başqe hebûye ku komeka wisa çêbûye.
Mesela koma muzîkê li dera han, hema seba sohbeteka samîmî jî îşçî û mihendis û ewên lîse û ewên unîversîteyê li hev nasekinin, li hev kom nabin îro.
Bi xêra roportajê min vekir careka din li Hêvî ya Koma Dengê Azadî guhdarî kir.
Di vê albumê de ‘’Girtî’’ esereka enteresan e. Muzîk hem muzîka night-cluban e sankî hem jî ya slogan û protestoyan e.
Qeydên Spotifyê raber dikin ku stran ji şiîreka Kemal Burkay hatiye çêkirin. Ew temam, lê muzîk, muzîka wê bi motîvasyoneka çawa hat hazirkirin wê çaxê, ecêb, nizanim. 


Omer Faruk Baran

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran