Sign up to save your podcasts
Or
09.02.2025, Bazar
Min îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir.
Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye.
Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne.
Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn.
Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîstin.
Bilûr jî îş û karê şivanan bû û xêncî wan bi min wer dihat ku bi tenê dîn û dîwane û ehlê terîqetan li bilûrê dixin.
Di belgefîlma Parviz Rostami de Nazif Moradweysi raber dike ku li hêla Hewraman û Îranê milet li ser edetên berê hîn jî bi dengê şimşalê tedawî dibe, ku yek dimire bi dengê wê tê defin kirin.
Rostami bi meraq û meqamên şimşala Moradweysi, bi êş û eşqê her rengê heyatê nîşan dide.
Ez jî hez dikim ji vê muzîkê, hez dikim ji vî hesabî: Cîh tê bi bilûre digirîm, şînê digerînim, cîh tê bi dengê şimşalê şa dibim, radibim reqsê.
Ma ne Celadet Alî Bedirxan bû, wî seydayê gerok, di şiîreka xwe de ser bilûra xwe ya şîrîn digot, bilûra min, tu hevalê bêhevalan î, tu destbirayê şivan û dilketîyan.
Omer Faruk Baran
https://zagrosfestival.com