Perxudres Podcast

#194. Ji Özgür Ülke Heta Azadiya Welat Çerx | Sibat 2025


Listen Later

11.02.2025, Sêşem


Îro jî min Çerx ya Metin Ewr sêr kir ji Zagros Film Festivalê.


Metin Ewr, Çerx sala 2021an çêkiriye û fîlma xwe îthafî ‘’generalên biçûk yên Apê Mûsa’’ kiriye.


‘’Generalên Biçûk’’ ji zar û zimanê Musa Anter ji salên 1990î vir ve ser tarîfkirina wan belavkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê tê gotin.


Di zarokîya xwe de min ji wê xetê Özgür Gündem dixwend û dîsa ji wê xetê Azadiya Welat di gêncîya xwe de.


Kesên ew gazeteyên han dixwendin cidî û sîyasî bûn û giranîyeka wan hebû wan salan.


Belavkarên Özgür Gündemê bi xwe jî wer bûn: Min bi çavên zarokane, bi hez û hurmet li wan dinêrî.


Wan xêncî wan gazeteyan, bi dizî, bi tirs û talûke kovar û kitabên polîtîk jî dianîn difirotin.


Çerx ya Metin Ewr dide zanîn ku ji 1991an heta 2021an 67 xebatkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê hatine kuştin.


Bi metaforên sînematîk çi be jî çi biqewime jî çerx nasekine dibêje Metin Ewr, çinku çi be jî çê ne, timûtim hene xebatkarên wê xetê.


Omer Faruk Baran

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran