Perxudres Podcast

#198. Mahsum Taşkın Bixwîne Nexwîne Sînema | Sibat 2025


Listen Later

20.02.2025, Pêncşem


Îro jî min Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın sêr kir ji Zagros Fîlm Festîvalê.


Fîlma sala 2020an min berê bihîstibû ji hevalên ji hêla Botanê, lê fersend çênebûbû ku ez rûnim sêr kim.


Deng û dîmen, senaryo li hêlekê min zimanê Alf Leila Wa Leila ne îşê îşan pir hez kir.


Ji fîlmê wer tê xanê ku Mahsum Taşkın seba karakterên fîlmê nekevin tirs û tatêlê ji wan xwestiye ku bi şîweya xwe bipeyivîn, hema bi Kurmancîya xwe.


Dibînim di fîlmên Kurdan de zimanê sir-standart sar dike dîyalogan, sist dike fîlmê, ji tehma heyatê dûr dixîne hikayetê.


Felsefeya  Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın kûr e.


Mahmsum Taşkın di fîlmê de bi fikr û nêrîneke pir maqûl xwendinî û mektebê ji hev vediqetîne û ji devê karakterê xwe dibêje, ez bixwînim jî ez nexwînim jî ezê bimrim.


Çi replîkeka xweş bû, çi li fîlmê hat, heyat. 


Omer Faruk Baran

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran