Perxudres Podcast

#201. Bêjin Nebêjin Gotûbêjin | Sibat 2025


Listen Later

23.02.2025, Bazar, Berî Nîvro


Min vekir Gotûbêjin ya Nimet Gatar sêr kir ji Zagros Film Festivalê.


Vê belgefîlmê navê xwe ji projeya xwe ya şêrîn-şebab sitandiye.


Bi projeyê fîlmên sînemaya Kurdan, ewên ku sînefîl jî pir caran nikanin zûbizû bibînin û temaşe bikin, bi teknîk û îmkanên mobîl çûne Dêrsim, Diyarbekir û Wanê û geh li malan û geh li salonan hatine ser perdeyê.


Fîlm çûne, fîlm çûne wan bajaran lê bi tenê jin ketine seansên wan fîlman; ew piştre bi hevdu re ser wan fîlman peyivîne û ji hevdu re derdên jinan gotine, Gotûbêjin yanî, gotûbêj in, bi Kurmancî û bi Tirkî.


Temamê jinên mektebxwendî û sîyasî di meseleyên ser mucadeleya jinan de ekserî bi eynî kelîmeyan, hema bêje tim bi eynî rengî û bi eynî dengî xeber didin, nola ezberekê. 


Bes jinên di mektebên resmî de zêde pêşve neçûne, lê di mekteba heyatê de bi çavên serê xwe oxir û oxilme dîtine, bi tecrûbeyên xwe ser mucadeleya jinan tim tiştên orîjînaltir dibêjin. 


Nimet Gatar di belgefîlma xwe de kameraya xwe biriye ber hemî profîlan ku ew fikrên xwe ser mucadeleyê bibêjin.


Bê erê û na, destekê didim mucadeleya jinan, zilm û neheqîya li wan tê kirin qebûl nakim bi ti şeklî bi şexsê xwe.


Tiştekî din jî qebûl nakim: Naxwazim jinên dibêjin, em jin in bibin mêr û mêrên dibêjin em mêr inî bibin jin.


Her cografya, av û hewaya her welatekî li gor rabûn û rûniştina xwe û erf û edeta xwe şeklan didin jinan û mêran. 


Sedsala 21an raber kir ku qaîdeyên Ewrupî û Amerîkayan, jinên azad û serbest anîn kirin kole û xizmetçîyên sîstem û dûzena kapîtal.


Bi me ser vê meselê êdî ji ezberan dûr fikr û nêrînên karîger û kêrhatî lazim in bi min.


Yanî eger li xerbî bi şertên wê hêlê Simon de Beaouvoir heye, me li şerqî bi şertên vê hêlê ne kêmî wê, Dengbêj Mukaddes heye ku di Gotûbêjin de dibêje, ez ne dengbêj im, derdbêj im. 


Omer Faruk Baran


www.zagrosfestival.com

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran