Perxudres Podcast

#205. Belgefîlmeka Veysi Altay: Bîra Bîrnekirinê


Listen Later

26.02.2025, Çarşem, Piştî Nîvro


Min vekir Bîr ya Veysi Altay ser kêr ji Zagros Film Festivalê.


Vê belgefîlmê bala xwe daye ser 7 kesên sala 1995an li Kerboranê hatine wendakirin.


Belgefîlmê bi deng û dîmen û fotografên gazete û televîzyonên salên 1990î bi sebir û semax bîr pir rind kolaye.


Jixwe ji bîrên salên 1990î ji êş û elemê pê ve tiştek dernakeve, lê tevî vê trajedîya mezin jî heta niha ji wan salan pir kêm belgefîlmên muhîm û mezbût derketine ku ew jî bi serê xwe trajedîyeka din e.


Veysi Altay, bi afîşa Serpil Odabaşı bi muzîkên Mehmûd Berazî, bi danûstandinên bi nas û dostên wendayan re, bi kameraya xwe, xwe bera bîrê daye û ji wir tevî cesedên wendayan, îşkenceyên qatilên ne-wenda jî derxistine meydanê.


Dirêj û pahn nekim, ji wan salan belgefîlmeka bi tesîr û bi bîr gerek e wanî nola ya Veysi Altay çêbe ku bo raberkirina giranîya barê wan çaxan gotinek e di belgefîlmê de: Dewletê goştê zarokên me xwar, em hestiyan dixwazin. 


Omer Faruk Baran


⁠⁠⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠⁠


⁠⁠⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran