Perxudres Podcast

#207. Banga Ocalan li Meydana Daxqapîyê Çawa Deng Veda?


Listen Later

27.02.2025, Pêncşem

Roya Banga Ocalan


Li Diyarbekir li Meydana Daxqapîyê me. Hema bêje saetek berî ro here ava li Diyarbekir mektûba Serokê PKKê Abdullah Ocalan tê xwendin li Stenbolê û deng bi hoparlorên mest î mezin li vir bilind dibe.


Berê bi Kurdîya Kurmancî sîyasetvanê sal û zemanan Ahmet Türk dixwîne mektûba Ocalan.


Dîrekt ji destpêka mektûbê tê fehmkirin ku mektûb ji Tirkî hatiye tercûmekirin û ne mimkûn e bi wê Kurmancîyê tiştekî zelal jê were fehmkirin.


Tim dibêjim Kurmancîya medya û sîyaseta Kurdan berbad e. Jibo metnek neyê fehmkirin her tiştî dikin.


Kê mektûba Ocalan tercûme kiriye nizanim, lê qey Ahmet Türk hîs dike ku tiştek ji mektûbê nê fehm kirin, di cîhekî de disekine, mehneya çend gotinên Ocalan dibêje, tercûmeyê tercûme dike yanî, dîsa bi Kurmancî.


Dûra bi moderatorîya Sırrı Süreyya Önder, Pervin Buldan dixwîne mektûbê bi Tirkî. Bi reng û dengekî çeleng, bi kelîmeyên jihevderketî, fesîh û zelal, pir zelal. Mektûb û mesaja Ocalan ancax bi Tirkî tê fehmkirin.


Zelal e mesaj: Ocalan bang li hemî gruban dike ku çekan deynin û ji PKK’ê jî dixwaze ku xwe fesih bike.


Piştî mektûba bi Tirkî li meydanê dinêrim. Hinek dayik in, hinek mêrik in digirîn. Tam serwext nabim, fehm nakim, nizanim ew hêsirên şabûn û kêfxweşîyê ne yan yên dilşikestinê.


Hîn ez li cewabekê digerim, dibînim qîreqîra yekî ye, dibêje: Em xwe fesh nakin, em çek bernadin. Red dike banga Ocalan, dewam dike, em xwe fesh nakin, em çek bernadin. Hinekên li dorê dixwazin wî aşt bikin, lê ew aşt nabe, dibêje em xwe fesh nakin, em çek bernadin.


Li ser van gotinên wî, hinekên destekê didin wî bi hev re dibêjin, PKK halktır halk burada, PKK gel e gel li vir e û bi çepikên di rengê protestoyê de ji meydanê derdikevin.


Ji hoparlorê dengê stranên ser Ocalan bilind dibin, gênc û kal û pîrên li meydanê mane govendeka geş digerînin, bi serok û rêberê me, bijî bijî apê me.


Li Whatsappa xwe dinêrim, mesajek hatiye ser banga Ocalan, dibêje: Teknolojî û dronên dewletê rê li ber mucadeleyê girtin û di vê rewşê de aştî, ji pêşveçûn û serketineka tarîxî pirtir, nola mecbûrîyetekê ye bi min.


Omer Faruk Baran


Foto: Milet li Meydana Daxqapîyê li mektûba Ocalan guhdarî dike.


⁠⁠https://www.instagram.com/perxudrespodcast/⁠⁠


[email protected]


⁠⁠Jibo nivîsên Perxudres Podcastê werin ser e-maila te tu dikarî ji vê lînkê bibî aboneya bultena me; belaş e.

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran