Sign up to save your podcasts
Or
03.03.2025, Duşem
Min îro Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê xwend, kitaba çîrokên Îmad Bernas.
Hez dikim kitabên tenik yên bi hikmê xwendineka xweş di royekê diqedin.
Eger tenikîya Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê deynim hêlekê û berê xwe dîsa bidim çîrokên wê ezê bêjim Îmad Bernas xusûsî bi sê m’yan nivîsîye; meş, muzîk, mekan.
Di çîrokan de, ku ge-ge realîst in ge-ge surrealîst, karakterê Îmad Bernas guh li muzîkan, çav li mekanan û nig jî li meşê, panoramayeka kuçe û kolanên Amedê çêdike.
Jiber ku çîrok di mabêna 2012 û 2024an de hatine nivîsîn, karakterê li Amedê ji teqîn û peqînên li bajêr heta tirsa vîrusa koronayê gelek meseleyên wê dewrê bi xêra nivîskarê xwe dîtine û gotine; li mekanan, bi meş û muzîkê.
Ji muzîkan a pir Name ya Mehmet Atlı ku şiîra Abdullah Peşêw e, tesîr li çîrokên Îmad Bernas kiriye: ‘’Êvar e, baran hûr hûr dibare, tenê me, na, ne tenê me, hemû bajar ligel min dimeşe..’’
A min, xêncî meş, mekan û muzîkê zimanê di çîrokên Îmad Bernas de bala min kişand.
Di vê sedsala 21ê de Ameda Diyarbekir dîyarê devokan e êdî û em ewên dixwînin û dinivîsin, ewên her yek ji hêlekê, li vî bajarî cîh bi cîh hem bi devoka xwe şorê dikin hem jî bi zimanekî kitabî dipeyîvin.
Wer tê xanê ku Îmad Bernasê ji hêla Gever û Colemêrgê li diyarê devokan barek peyvên ji Botanê heta Berîya Mêrdînê, heta yên Berferatîyan bihîstine û ew anîne bi halên wan yên orîjînal kit bi kit li kitaba xwe reşandine.
Karakterê çîrokên Îmad Bernas, ewê berêvaran li Amedê çerx dibe û nola gelek xwendîyan bi xewn û xeyalan ketiye tatêla guherandina bajêr, zane ku ew nikane xwe jî biguherîne û li ser fikra azadîyê ji azadîyê dûr, tîne di çîrokekê wanî li xwe vedide:
… Birçî me, divê pêşîyê zikê xwe têr bikim; ma ne jibo têrkirina zik ji sihara sibê heta danê êvarê di nav çar dîwaran de dixebitim. Sira sibê, tîrêjên tava nîvro, xwevezelandina li ber siya darekê, vexwarina aveke sar ji newalekê, temaşekirina li hespekî bi çargavî dibeze li deşteke serberdayî, xûşxûşa avê, reqsa pel û bê, dengê pisîkan û bêhna kûçikan, xumxuma robarekî boş.. Min ev hemû bi meaşekî firotine ku her meh dikeve hesabê min û bi sîgortayeke ku nizanim berîya mirinê dê fêdeya wê bigihîje min an na, nexwe herim xwarinekê bixwim û êvar bila ji min re bimîne heyran, jixwe gava nîvê şevê min ser danî ser balgiyê, êdî mirî me.. ''
Omer Faruk Baran
Qapaxa li fotografê ji berga Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê ye.
*Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amed, Îmad Bernas, Pall Weşan - 2025, Çîrok, 85 rûpel.
https://www.instagram.com/perxudrespodcast/
Jibo nivîsên Perxudres Podcastê werin ser e-maila te tu dikarî ji vê lînkê bibî aboneya bultena me; belaş e.