Perxudres Podcast

#212. Bihar û Berbanga Şiîrên Mewlûd Oguz


Listen Later

10.03.2025, Duşem


Rojîya Remezanê ye. Min îro berbangê anî şiîrên Lîrîka Berbangê ya Mewlûd Oguz xwendin.


Berê min hema di ser re çavek li şiîrên Lîrîka Berbangê xistibû, lê seba sir û sêhra şiîrên wê kitabê tam bibînim ferz bû ez wê xususî berbangê bixwînim ku min jî wer kir.


Mewlûd Oguz di şiîrên Lîrîka Berbangê de bi ziman û zanîna xwe hem nola seydayê medreseyeka mezin e hem jî nola Stenbolîyekî sekuler e, dûr ji dîn û îmanê.


Bi şiîran eşkere dibe ku li welatê bav û kalên Mewlûd Oguz, xuşexuşa Çemê Dîcleyê li guhên wî ketiye, lê çem êdî biçûk tê bi wî, çavên wî li derya-denizan e.


Loma, ya Mewlûd Oguz hinekî dilemma ye, hinekî dil e, çûye ji vir, maye li wir, maye li vir, çûye ji wir; piçek mumîn, parîyekî kafir.


Şairê ku bi lîrîka xwe li dîwana şairan qesidîye, bi hez û hurmet silav li şairên nola Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Lal Laleş, Kawa Nemir, Rênas Jiyan daye û bê kompleks raber kiriye ku ew hîn nû bi firê û şiîrê ketiye, hîn di bihara peyvê de ye.


Meraq dikim, Mewlûd Oguz yê di bihara peyva xwe de jibo yarê gotiye, dema tu distirê ne tenê benî ademî guh dide te xwedayê bîst û çar alemî wê di havîn, di zivistan û talîya talî jî di payîza peyva xwe de çi bêje.


Wî ku ew şiîr di mabêna 2010 û 2020an de çêkirine, di yekê de dipirse ji xwe, rokê lêdim herim ji vir, wê çi bimîne; cewabê dîsa bi xwe dide, li wê rastê, li wê mizgeftê, li wê rehlê, kitêb û cuza min xwendî wê bimîne û li darê dinyayê şiîrên min.


Omer Faruk Baran


Lîrîka Berbangê, Mewlûd Oguz, Weşanxaneya Avesta - 2024, 78 rûpel


⁠⁠https://www.instagram.com/perxudrespodcast/⁠⁠


[email protected]


⁠⁠⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠⁠


⁠⁠⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran