Sign up to save your podcasts
Or
11.03.2025, Sêşem
Min îro nîvê wê berî fitarê nîvê wê piştî fitarê Heskîf ya Elif Yiğit sêr kir ji YouTubeê.
Belgefîlma sala 2021an ji programên festîvalan filan li ber çavê min ketibû berê, lê wer fersend çênebûbû ku ez herim wê sêr kim.
Elif Yiğit belgefîlma xwe herhal piştî temambûna gera wê ya li festîvalan anîye li YouTubeê nû bar kiriye.
Di belgefîlmê de kameraya Elif Yiğit li Heskifê pir caran sabît sekiniye û guh daye ser wan Heskifîyan ku cîh û warên bav û kalên wan di bin avê de mane.
Mêrikê di serê belgefîlmê de li şikeftekê mûmekê vêdixe û di dawîyê de jî mûmê vedimirîne, gotineka pir mehnedar dibêje ser Heskîfê, ‘’bav û kalên me jibo avê hatin vir, em jiber avê ji vir bar dikin.’’
Gêncekî kar û debara wî li ser heywanan e mealen dibêje heywan jî di şokê de ne, dibêje wan dizanibû Çemê Dîcleyê diherike û dadiketin li gor wê herkê av vedixwarin, lê dibêje ew niha nizanin ji gola sekinî avê vexwin û nexweş dikevin.
Dil deynim hêlekê û bi meraqa aqilekî pragmatîst bipirsim: Nehf û faydeyên bend û barajên zemanên modern pir in yan ku di bin avê de nemînin tarîx û tekamulên şikeft û şehirên hezar salan kêrhatî ne?
Bi aqilê xwe nikanim cewabekê bidim, lê dilê min elbet nedixwest ku ew Heskîfa hezar salan, ew mala medîneyetên mezin di bin avê de bimîne.
Qey loma ye, di belgefîlma Elif Yigit de gava kamerayê bi sekna xwe ya sabît fotografên huzunbaz kişandine, ne aqilê min, lê dilê min êşîyaye.
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.