Sign up to save your podcasts
Or
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
Sal 1998. Newroza Amedê wê salê li qada Bayindirlixê tê pîrozkirin.
Li gorî çend efsaneyan ew erd li ser navê Serokê PKKê Abdullah Ocalan tapokirî ye û jiber vê yekê kes nikare dest deyne ser wir. Ew efsane min xwe dî nedî hene.
Efsaneyeke din jî ez im. Ez sala wê Newrozê 8 salî bûm, diçûm pola duduyan.
Navê wê Melahat, mamosteyeka me hebû. Jineka bi dîsîplîn bû, Kemalîst bû. Jiber wê, deftera min tim şil bû. Çinku ezbera min qet ne baş bû, wê tim li min dixist û ez tim digirîyam. Sonda Kemalîstan, ''Andımız'' bi zordarî bi me dida ezberkirin. Lê wek min got, ezbera min qet ne baş bû û wê jî tim li min dixist û ez tim digirîyam, deftera min tim şil bû.
Mamosteya me, Andımız, rojê bi 4-5 kesan dida xwendin ku ezber bikin. Di lîsteyê de roja Înîyê dora min bû. Ji Duşemê heta Înîyê min rojê 4-5 caran Andımız xwend ku ezber bikim. Ew sonda ku bi Tirkî dibêjê ''Tirk im, doğru me, çalışkan im.''
Ez ji mamosteya xwe pir ditirsîyam. Roja Înîyê ku dor hat min, min ''Andımız'' ji tirsan şaş xwend û wê jî bê tirs bê însaf, bi têra dilê xwe li min xist.
Bû sibehê û em çûn Newrozê. Mala me jî li hêla Cezaeviyê ye, qada Newrozê nêzî me ye. Emrê me piçûk e, lê em li mezinên xwe dinêrin, hêzê ji wan digirin û keviran diavêjin polîsan.
Çito bû, min fam nekir, çend polîsan bi min girtin, çend sîleyan li min dan. Ez girîyam û min bi Tirkî got, ''Ben okula gidiyorum polis abê'', yanî ez dixwînim, diçim mektebê filan.
Ji polîsan yekî ji min xwest ku ez ''Andımız''ê bixwînim. Min wek bilbilan ''Andımız'' xwend û min berdan.
Piştre derbazî paş lastîkên agirê Newrozê bûm û min bi halê xwe yê piçûk û bi çavên xwe yên bi hêsir çend kevirên din avêt wan: Newroz pîroz be.
Aryen Rodî
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.