Sign up to save your podcasts
Or
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar B. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
Darên me yên hinaran, darên me yên mişmiş û gozan diteqîyan çîçekên xwe vedikirin..
Radibûn qîz û bûk diçûn tolik, xerdel, porêpîrê top dikirin..
Dest û sûretên şivan û gavanan bi bayê bakur diterikîyan.
Bizin û mîhên me dizan, karik û berxik dihatin rûyê dinê..
Me bi van zanibû êdi bihar hatiye gundê me û me zanibû wê 20 Martê bi şev teker werin şewitandin.
Xortên gund teker ji gundîyên xwe didîzîn, lê her çiqas teker tekerên dizîyê bûn jî arê Newrozê bi wan tekeran di orta gund de eşkere dihat vêxistin.
Serê salên 2000î, şevên Newrozê, ez û xwişka min, dotmemeka me, em tev diçûn ber êr. Dîya min tim got ‘’Naa, vê şevê nî-şevê dikin ku de herine, eyb e çi îşê we heye..’’
Me bi zorê îzin distand û em diçûn pêş mala meta min. -Berê li gund hewş pir tunebûn, dîwar wanî pir bilind nebûbûn. Herkesî pêş qapi-derîyê herkesî didî.-
Pêşîya mala meta min, erdekî fireh bû, tenê dîrekekî elektrîkê û çend dar hebûn li wir.
Em 15-20 zari bûn. Çend keçikan keras û xeftan li xwe dikirin, dolbendên jin û pîran li serên xwe digerandin.
Me li dora êr govend digirt, pêçîyên xwe yên zaferê radikirin jor û bi hev re ban dirkir: Newroza we pîroz be, Newroza we pîroz be, Newroza we pîroz be..
Çavên me di ber re li ser rê bûn, em ditirsîyan ku esker bibihîsin werin me bigirin.
Me xwe di ser êr re diavêt. Dûmana tekeran li serê me dixist, çavên me kor dikir.
Ar mezin dibû, gur dibû, kabloya elektrîkê qut dibû, elektrîk diçû.
Em keçik vedigerîyan mal, xort heta ar tam vedimirî li ber disekinîn.
Arîya reş a tekeran bi mehan li pêş mala meta min dima. Nola nîşaneka Newrozê bû, her ku em di ber re derbaz dibûn, li me dinêrî..
Guhdar B.
Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.
https://www.instagram.com/perxudrespodcast/
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.