Perxudres Podcast

#221. Mektûba Guhdar MW. û Donerên Newrozê


Listen Later

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar MW. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.


''Serê salên 2000î ez zarok bûm. Bavê min wan salan roya Newrozê sibê zû radibû em kom û kulfet dibirin Riha.


Em qandî diketin qada Newrozê, bavê min digo ‘’Pêçîyên xwe rake, pêçîyên xwe!''


Min radikirin pêçîyên xwe yên zaferê û ez heta talîya Newrozê jî wer werga digerîyam. Bes min di hindirê xwe de digot, ‘’A min rakir, a ji te re, a temam bijî Newroz..’’, min bi qehr digot. .


Milet li sahneyê dinêrî, min jî li kêleka sahneyê çinku; li ser dezgehên wir cîger û doner hebûn; ez zarok im, birçî me û nizanim Newroz jî çi ye.


Danekî birçî û du danan têr, ez mezin bûm û çûm unîversîteya Bartınê; bi hevalan re çûm Newroza Stenbolê.


Îja bavê min di Stêrk TVyê ez dîme: Ala, flama di destê min de ez rabûbûm ser milên hevalên xwe.


Bavê min telefon kir. Go ‘’Heval Kurê Min merheba!’’ Min got ‘’Merheba Heval Bavo..’’


Dema ku ji min re got ‘’Heval Kurê Min!’’, min zanibû gotina wî mehnedar e, dikê tiştekî bibê.


Got ‘’Tu meşhûr bûyî, derdikevî televîzyonan.. Qaşo me tu şandî Bartınê ku tu bixwînî, tu li Stenbolê çi digerî?’’


Min bi zimanekî fedok got ‘’Ez û hevalan ji xwe re hatine li Stenbolê bigerin bavo, a dûra jî me got qene em herine Newrozê jî..’’


Zanibû tabî, zanibû em tenê seba Newrozê çûbûn Stenbolê.


Got ‘’Tu dikê serê xwe bişewitînî?! Tu li wir çi digerî kurê min?!Berê birayê te di hepsê de ye, tu jî dikî xwe girtin bidî?!’’ Qeherî bavê min. 


Bi zimanekî sakîn min got ‘’Bavo tê bîra te? Te em dibirin Newroza Riha, heta êvarî bi zikê birçî te bi zorê pêçîyên me didan rakirin. Niha ez bi kêfa xwe û bi zikê têr hatime Newrozê - min doner xwaribû - meqehere. ''


Kenîya Heval Bavo, fikirî û got: ‘’Tu rast dibêjî, temam kurê min, li xwe miqayît be’’ û me xatir ji hevdu xwest.


Ew ro û va ro ye her ku ez darim Newrozê seba ez pêçîyên xwe rakim ez berê zikê xwe têr dikim.


Bijî Newroz, bes bi zikê têr, bijî Newroz.''


Guhar MW.


Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.


https://www.instagram.com/perxudrespodcast/


[email protected]


⁠⁠⁠Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. ⁠⁠


⁠⁠⁠Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ⁠⁠

...more
View all episodesView all episodes
Download on the App Store

Perxudres PodcastBy Ömer Faruk Baran