Sign up to save your podcasts
Or
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
''Em diçûn mekteba orte. Ne biçûk bûn êdî em, ne mezin bûn tam. Lê me tam zanibû mekteb wê roja Newrozê li me bûye zindan.
Tew me bihîstibû Kawa wê were Newrozê û roja me ya herî pîroz û bi doz û zindana mektebê zindantir bibû.
Hevalên sinifê tev me xwest em biçin Newrozê û em ji dersê revîyan.
Pêşî lawikên sinifa me xwe ji têlên mektebê werkirin. Paşê dora keçikan bû. Em keçik ditirsîyan.
Hevalan giş xwe werkirin, û hinekan gomlek û hinekan pantorên wan jiber têlan qetîyan.
Mam ez di dawîyê de, min jî got ya Ellah û xwe werkir. Digotin yên ku herin Newrozê wê cezaya disîplînê bixwin, lê piştî me têl derbaz kirin û em ji zindanê derketin êdî ne xema me bû.
Me keskûsorûzerên xwe ji çenteyên xwe derxistin û em çûn meydana Newrozê.
Kawa li sahneyê bû, li pêş me bû, digot vêxin agirê pîroz, Newroz ji bo me bû doz.
Min xwe pir kêfxweş hîs kir: Newroz bi doza lawik û keçikên mekteba orte pîroz dibû. ''
Guhdar N.
Resim: Guhdar N. reva xwe ya ji mektebê çêkiriye.
Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.
https://www.instagram.com/perxudrespodcast/
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.