Abdullah Incekan

Abdullah Incekan

By Abdullah IncekanSociety & Culture
Download on the App Store

Abdullah Incekan episodes

  • Şerefxanê BIDLÎSÎ yan Ehmedê XANÎ?

    #abdullahincekan #kurd #mîrşerefxanê bidlîsî

    *
    Mêrxasnameya me: Şerefname
    Di tarîxa her miletî da hin kes hene, ronahî ne. Ji nav mirovan derdikevin pêş û bi kirin û hebûna xwe mohrê li tarîxê dixin. Helbet ji nav miletê Kurd jî di dirêjahîya tarîxê da gelek kesên bi vî rengî hebûne û hene. Ji wan yek jî Mîr Şerefxanê Bidlîsî ye, ku bi xebata xwe ya giranbiha, bi Şerefnameyê mohra xwe li dîroknivîsîya Kurdan xistiye. Di berhemên li ser dîroka Kurdan da ev kitêba han ya Mîr Şerefxanê Bidlîsî di rêza herî pêş da ye û di kanona dîroknivîsîna Kurdan da xwedîyê cîyekî saxlem e.
    Li Bakur û Tirkîyê him çapên wê yên bi Tirkî û him jî yên bi Kurdî hene û di wan da nivîs û bibliyografîyên baş hene. Ez dixwazim di vê nivîsê da bala xwe bidim cîyê vê xebata hanê ya di nav oryentalîstên bi zimanê Almanî da. Lê berîya wê çend notên min di heqê vê berhemê da.
    Ya rast, min gelek dereng dest bi xwendina vê kitêbê kir. Her cara ku min dest diavêtê, da ku bixwînim, min dikir-nekir, ez nediketim nava wê. Lê piştî xwendina nivîseke Michael Eppel ez li şîfreya vê kitêbê rast hatim û min ferq kir, ku ji bo hin xebatan kilîtên/kilîlên taybet lazim in. Armanca vê nivîsê jî ew e, ku ez jî hin kesan bi vê xebata han bihesînim.

    11 min
  • Qazî Mihemed, Maslow û Tekman

    #maslows_hierarchy_needs

    #AbdullahIncekan#Kurdi
    *
    Ev demek e dirêj e, serê carê psîkologê navdar Abraham Maslow li derîyê mala me dixe.
    Maslow bi konsepta xwe ya bi navê ‘pîramîda pêdîvîyan’ meşhûr e û yek ji avakirê psîkolojîya humanist e. Îro, gava em 3797 kilometreyan ji Tekmana me dûr li şîna camêrekî Tekmanî rûniştine û sohbet dikin, dîsa Maslow di paşxaneya mêjîyê min da tê mêvanîyê. Ez xwe lê nakim xwedî û di dêlevê da guh didim camêrê me yê Kanîreşê. Gava ew behsa terazîya jîyanê dike, ez lê vardiqilim ku tenê heyata xwe û ya zarokên xwe li ber çavan digre. Dibêje: “Di heyatê da ez dixwazim bira zarokên min jîyaneke xweş derbas bikin û ez jî ne muhtacî kesekî bim. Ev bes e ji bo min!”
    Gava ew bi vî awayî zihnîyeta miletê me li ber çavan radixe, gotina rehmetîyê Qazî Mihemed tê bîra min. Min li kûderê xwendibû, îdî nayê bîra min. Eger yek ji we dizane, bira ji kerema xwe ji min ra jî bibêje. Rehmetî dibêje: “Hin hevalên min hene. Ez canê wan bixwazim, ew didin min. Lê pere bixwazim, nadin.” ...

    5 min

About Abdullah Incekan

From the publisher's feed

Helbest - Edebîyat - Ziman / Kurdische Lyrik und Literatur