Eger berhemek emrê wê kêm be ew ne huner e. Divê emrêberhemê dirêj be.
Hunermend Jan Axîn li ser Roka Kurdî dibêje; “Di dema min deRoka Kurdî ne pêşketî bû. Wê demê Koma Wetan wekî Ekoloke Roka Kurdî bû ji bome. Min hin kes û komên biyanî guhdarkirin û wan bandor li min kir. Di muzîkê de şêwazekî muxalif hebû. Ew muxalifîbi min re jî heye. Min jê hez kir û det pê kir.”
Jan Axîn destnişan dike ku armanca wî ji bo ciwanan bîrekê çêkeû wiha dinirxîne: “Armanca min ew e ku ji bo ciwanên kurd arîveke Roka Kurdîbihêlim û ciwan ji vê yekê sûdê bigirin.Gelek hunermend dixwazin zû populer bibin. Bi hin berhemên populer dixwazin xwebilind bikin. Lê muzîk ne tenê deng û awazê xweş e. Gelek ekol hene dengê wannexweş e. Lê tarz û berhemên wan dewlemen e.”
Jan axîn bibîr dixe ku eger stranek û stranbêjek di salekêde hat ji bîr kirin, wê demê ew ne huner e.