Hunera Ziman

Hunera Ziman

By Pung Podcast KurdîEducationLanguage Learning
Download on the App Store

All Hunera Ziman episodes

  • Ozcan Ateş Mîzah, Îronî û Ziman

    🎧 Ozcan Ateş | Mîzah, Îronî û Ziman

     

    Di vê beşapodcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me şanoger Ozcan Ateş e.

     

    Di vê gotûbêjê de, Ozcan Ateş di şanoya Kurdî de li ser mîzah, îronî û ziman diaxive.

     

    Mîzah û îronî di şanoya Kurdî de çi cih digirin? Ken çawadikare bibe amûreke rexneya civakî? Ziman di avakirina karakteran, vegotinaçîrokan û gihandina peyaman bi temaşegeranre çi rolek dilîze?

     

    Di vê gotûbêjê de, têkiliya di navbera şano û ziman de, hêza mîzahê di vegotinarastiyên civakî de û rola îroniyê di afirîneriya hunerî de tên nîqaşkirin.

     

    Her wiha, cihê zimanê Kurdî di şanoyê de û girîngiya mîzah û îroniyêwekî awayên derbirîna hunerî tên nirxandin.

     

    🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Ozcan Ateş li ser şanoyaKurdî, mîzah, îronî û hêza ziman bibihîzin.

    20 min
  • Di Bin Zextan de Rojnamegerî Çawa Tê Kirin?


    🎧 Mehmet Alî Ertaş | Di Bin Zextan de Rojnamegerî Çawa TêKirin?

     

    Di vê beşapodcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Mehmet Alî Ertaş e.

     

    Di vê gotûbêjê de, Mehmet Alî Ertaş li ser rojnamegeriya Kurdî, zextên liser medyayê û têkoşîna heqîqetê diaxive.

     

    Di bin zextan de rojnamegerî çawa têkirin? Rojnamegeriya Kurdî bi çi zehmetî û astengiyan re rû bi rû dimîne?Zimanê Kurdî di medyayê de di kîjan astê de ye?

     

    Di gotûbêjê de, mijarên azadiyaçapemeniyê, mafê agahîgirtinê, cihê zimanê Kurdî di medyayê de û rolarojnamegeran di gihandina heqîqetê bi civakê re tên nîqaşkirin.

     

    Bi perspektîfa “Dengê Heqîqetê BêdengNabe”, Mehmet Alî Ertaşnêrînên xwe li ser rojnamegeriya Kurdî û têkoşînaji bo azadiya çapemeniyê parve dike.

     

    🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Mehmet AlîErtaş li ser rojnamegerî, ziman, azadiyaçapemeniyê û têkoşîna heqîqetê bibihîzin.

    19 min
  • Kûrahiya Diwana Melayê Cizîrî


    SPOTİFY SPOT

    🎧 Kerîm Ozcan | Eşqa Xudayî û Hunera Helbestê

    Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Kerîm Ozcan e.

    Di vê gotûbêjê de, Kerîm Ozcan li ser eşqa xudayî û hunera helbestê: Kûrahiya Dîwana Melayê Cizîrî diaxive.

    Eşqa xudayî di helbestên Melayê Cizîrî de çawa tê vegotin? Felsefe û tesewif di ramana wî de çi cih digirin? Berhemên wî çawa ji roja wî heta roja me gihîştine û di wêjeya Kurdî de çi mîrasek hiştine?

    Kerîm Ozcan her weha li ser tesewifa Kurdistanî ya Melayê Cizîrî û têkiliya di navbera eşq, felsefe û hunera helbestê de nêrînên xwe parve dike.

    🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û kûrahiya Dîwana Melayê Cizîrî ji nêrîna Kerîm Ozcan bibihîzin.


    11 min
  • Mîrê Felsefe û Eşqê: Meleyê Cizîrî


    SPOTİFY SPOT

    Kerîm Ozcan | Melayê Cizîrî, Felsefe û Eşq

    🎧 Kerîm Ozcan | Melayê Cizîrî, Felsefe û Eşq

    Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Kerîm Ozcan e.

    Kerîm Ozcan li ser Melayê Cizîrî, yek ji navên girîng ên wêjeya klasîk a Kurdî, diaxive. Di gotûbêjê de, jiyan û helbestên Melayê Cizîrî, felsefe, eşq û tesewifa di berhemên wî de tên nîqaşkirin.

    Melayê Cizîrî kî ye? Felsefe û eşq di helbestên wî de çi cih digirin? Tesewifa wî çawa tê xwendin?

    Kerîm Ozcan nêrînên xwe li ser van pirsan û mîrasa ku Melayê Cizîrî di wêjeya Kurdî de hiştiye parve dike.

    🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û li ser helbest, felsefe, eşq û tesewifa Melayê Cizîrî bêtir bizanin.


    17 min
  • Çavê Kamerayê û Sînemaya Kurdî

    🎧 Metîn Ewr | Tîbûneke Sînemaya Kurdî Heye

    Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me Sînemager Metîn Ewr e.

    Metîn Ewr ji çîroka destpêka rêwîtiya xwe ya sînemayê bi Ax û Jiyan vedibêje û li ser rewşa sînemaya Kurdî nirxandinên xwe parve dike.

    Di gotûbêjê de; ziman, estetîk, afirînerî, şert û mercên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, parçekirîbûna sînemaya Kurdî û zehmetiyên gihandina berheman bi temaşegeran tên nîqaşkirin.

    Metîn Ewr her weha behsa projeyên xwe yên nû dike û li ser senaryoya Ferhenga Welat, ku niha li ser dixebite, agahiyan parve dike.

    🎙️ Guhdarî vê gotûbêjê bibin û çîroka Metîn Ewr û nêrînên wî li ser îro û paşeroja sînemaya Kurdî bibihîzin.


    13 min
  • Ziman, Nasname û Berpirsiyariya Nifşan

    🎧 Cemile Turhalli | Ziman, Nasname û Berpirsiyariya Nifşan

    Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mina Acer, mêvana me Cemile Turhalli ye.

    Di vê gotûbêjê de, Cemile Turhalli li ser zimanê zikmakî, asîmîlasyon û têkiliya ziman bi nasnameya mirovan re diaxive. Li gorî wê, ziman ne tenê amûrek ji bo axaftinê ye; ew bingeha hişmendî, hest, çand û hebûna civakê ye.

    Her weha, ew balê dikişîne ser rola jinan wekî afirîner û parêzvanên çandê, û cihê ciwanan di veguhastina ziman û nirxan de. Di gotûbêjê de her wiha mijarên parastina Zazakî, mafên zimanî û mafên xwezayî yên mirovan jî tên nîqaşkirin.

    🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Cemile Turhalli li ser ziman, çand, nasname û paşeroja Zazakî bibihîzin.


    19 min
  • Mafên Mirovan û Şikestina Derûnî ya Ziman

    🎧 Berîtan Guneş Altın | Qedexeya Ziman û Birîna Reş
    Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvana me Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altİn e.
    Di gotûbêjê de, Berîtan Guneş Altın li ser bandora qedexeyên zimanê Kurdî, asîmîlasyon û têkiliya ziman bi nasnameya mirovan re diaxive. Li gorî wê, ziman ne tenê amûrek ji bo axaftinê ye; ew bingeha hişmendî, hest, çand û hebûna civakê ye.
    Her weha, ew behsa bandora qedexeyên ziman li ser zarok, malbat û nifşan dike û nêrîna xwe li ser parastin û pêşxistina zimanê Kurdî parve dike.
    🎙️ Guhdarî vê gotûbêja taybet bibin û nêrînên Berîtan Guneş Altın li ser ziman, nasname û berxwedanê bibihîzin.
    🎧 Li Spotifyê guhdarî vê beşa nû bikin.#Spotify #Podcast #MînaAcer #RûçemVefaElyakut #ZimanêKurdî

    16 min
  • Zimanê Zindî, Hafizeya Bajêr

    🎙️ Beşa nû ya Podcastê
    Di vê beşê de, bi moderatoriya Mîna Acer û mêvaniya Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut, li ser rewşa zimanê Kurdî di mal, kolan û jiyana rojane de nîqaşek kûr tê kirin.
    Zimanê dayikê çima di malê de asê dimîne?
    Rola jinan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de çi ye?
    Û em çawa dikarin zimanê xwe ji malê derxînin nav jiyana civakî?
    🎧 Li Spotifyê guhdarî vê beşa nû bikin.
    #Spotify #Podcast #MînaAcer #RûçemVefaElyakut #ZimanêKurdî

    12 min
  • Perde Vedibe: Şanoya Kurdî Ji Ku Ber bi Ku Ve?

    Şanoya kurdan jî wekî qedera wan li sirgûniyê pêş ket. Ji ber ku rewşenbîrên kurdan her tim sirgûn bûn. Rewşenbîrên kurdan çûne ku çand, huner û şanoya xwe jî birine wir û li wir pêş xistin. Apê Mûsa di girtîgehê de Birîna Reş nivîsî. Kurdan li Sovyetê çand û hunera xwe pêş xistin. Di Radyoya Erîvanê de Şanoya bi deng pêş xistin. Di Cemiyeta Kurdan a Stenbolê de rewşenbîr pir bûn. Rewşenbîrên Kurd li Stenbolê şanoya Memê Alan nûjen kirin. Salên 1990î ji bo kurdan salên pir dijwar û bi êş bûn. Di van salan de li Stenbolê Teatra Jiyana Nû ava kirin. Teatra Jiyana nû bêtir şanoya Ajît-Prob pêş xist. Bêtir tarza şanoya gerîla bû. Li taxan lîstikên xwe dilîstin û diçûn. Ji ber ku jiyana kurdan her tim bi êş e, şanoya kurdan bêtir polîtîk e.

    13 min
  • Sirra Dengê Miradê Kinê: Çima Heta Îro Tê Guhdarkirin?

    Jan Axîn li ser Miradê Kinê û stranên wî  axivî:

    Cihê Miradê Kinê di muzîka Kurdî de gelek gelek mezin e. Medi nava xwe de navê wî danîbû Beethovenêherêma Mêrdînê. Dema Stranan dibêje, di mejiyê xwe de stranên nû yên dinçêdike. Di dema qeyd zahmet bû, Miradê Kinê stranên xwe di hişê xwe de qeyddikir. Di muzîkê de gelek gelek serkeftî bû. Miradê Kinê hinekî bajarî bû. Hunermendên klasîk tev gelek berhemançêdikin. Hemû hunera wan ji dil in. Ji dil hunerê çêdikin. Hunermendên kumuzîka xwe ji dil çênekin di çalê de dimînin.

    9 min