''Rûken be, bila ewr biçin.''
Va gotina bi Kurmancî û tercûme belkî di serî de bi serê xwe nikanibe sînyalekê bide bîra me û belkî mehneyekê, metaforekê çêneke li pêş çavan.
Lê gava ez bi Tirkî di ser forma orîjînal re bêjim ‘’Gülümse, bulutlar gitsin’’ bo kesên guh dane ser dengê Sezen Aksu ewê bi xêra bişirîneka şêrîn ya jan têda ji qelşên zemanê çûyî çend xatira werin xwe bidin ser bîran
‘’Gülümse’’, strana Sezen Aksu ku sala 1991an navê xwe daye albumeka wê, ‘’gülümse’’, şiîra şair û sîyasetvan Kemal Burkay ku wî sala 1963yan, di 26 salîya xwe de nivîsîye.
Orîjînala şiîra Kemal Burkay sala 1964an berê bala Ceyhun Atuf Kansu kişandiye. Piştî ku Kansu di Kovara Varlıkê de di ser ‘’Gülümse’’yê re gotiye şiîra Kemal Burkay di şiîra Tirkî de ‘’silaveka teze’’ ye Şükran Kurdakul û Behçet Necatigil ser şiîra Kemal Burkay yek du gotin kirine û Cemal Süreya jî ser şiîrên wî bi çend detayan nivîsîye.
Bes Kemal Burkay di roportajeka dirêj ya sala 2006an de dibêje derdora şiîra modern ya Tirkî jiber sekna wî ya sîyasî ya nêzî Kurdan pir guh û cîh nedaye wî.
Belkî jiber sebebeka wê seknê ye, Cemal û Kemal, Cemal Süreya û Kemal Burkay, ku her du jî ji Dêrsimê ne, li Enqerê tim li hev rast dihatine, lê li ser nigan silaveka bi serê zimên û hew, ew ti carî bi hevdu re samîmî nebûne
‘’Gülümse’’ ya Kemal Burkay bi besteya Arto Tunçboyacıyan bûye strana Sezen Aksu.
Burkay di wê roportaja dirêj de dibêje ‘’Ne îzin sitandin ne jî ti, piştî stran hat gotin ez pê hisiyam.’’
Di dewamê de Kemal Burkay dibêje ew li ber vê rewşê neketiye ku li gor mantiqa wî bi wê stranê xelk û alem bi şiîra wî hisiyane û ambargoya li ser wî rabûye.
Sala 2002yan, Sezen Aksu di Newrozê de li Diyarbekir derket pêş bi sed hezaran însan.
Qeydên li ser Youtubeê raber dikin ku sanatçiya bi leqeba ‘’Minik Serçe’’, bi Kurmancî belkî em kanin bêjin ‘’Çûçika Çûçan’’, bi çepikan tê ser sahneyê, bûseyekê datîne ser çeçê xwe yê çepê, wê bi heyranîyeka hez têde difirîne milet, mîkrofonê dixe destê xwe û bi jesteka ji dil, dest bi stranê dike: ‘’Gülümse, bulutlar gitsin..’’
Kemal Burkayê Dêrsimî ser pisîka meşhûr ya di vê şiîrê de dibêje ‘’nîşaneka eşqê’’ ye, û ser ‘’Akdeniz’’ê jî dibêje ‘’Li hêla me hewa sert bû, tim berf û baran, pûk û serma. Av û hewaya Behra Sipî germ e, ro û tebîeteka germ tîne bîra min’’
‘’Gülümse’’yê îro ro bi mîlyonan kes bi dengê Sezen Aksu yê ji albuma sala 1991an zanin.
Lê hîn pir berî wê, sala 1987an Rahmi Saltuk ew şiîr kiriye straneka albuma bi navê ''Hadi Gülümse''
Kemal Burkay, sala 1988an ‘’Gülümse’’ bi navê ‘’Rûken Be’’ wergerandiye û xistiye kitabeka xwe.
wekî birçî me,
ji dayik xeyîdîme
bajar hemû ji min xeyîdîye
pisîkek min jî tune,
nizam fêm dikî?
av û hewa diguhere,
dibe Behra Sipî, rûken be.’’
Ne meqamekî din, ne jî tercûmeya şair bi xwe, ti ne mîna dengê Sezen Aksu ne ku bi qêrîna wê re çi bigir dil bi bajaran dikeve, bajar dixeyidin.
Omer Faruk Baran
BÎBLÎYOGRAFYA
Burkay, Kemal: Şierên Kurdî - Giştî, Weşanên Wakfa Riya Azadî, 2022
Kaya, Ümit: Bir Gülü Büyütmek, Özgürlük Vakfı Yayınları, 2017
Va xeleka 2022yan sala 2025an jinûve bi kinkirinê hatiye hazir kirin.
Fotografa li qapaxê: Sezen Aku li Newroza Diyarbekirê, 2022; ji ekrana DTV hatiye girtin.