Li Kobanî bi sedema tunebûna ava vexwerina ya paqij, nexweşîyên rovî û maedê di nav zarok û mezinan de belav dibin. Desteya Tendirusitîye jî metirsîyên xwe ji nexweşîyên kronîk yên mîna kolera dîyar dike. Rêvebirî li ser ava bajêr dibêje ku ew hewil didin ku di demên nêz de çareserî pêşkêş bikin
Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ragihand ku PKK bila ji çekan berde. Di dawîya axaftinê de endamê Şanda Îmrali Sirri Sureya Onder jî ragihand ku Ocalan gotiye di pratîkê de destberdana çekan, bi xurtkirina sîyaseta demokratîk û avêtinina gavên hiqûqî pêkan e
Li Amedê Sûka Keda Destê Jinan ya li taxa Peyasê li 42 dikanên biçûk, jin bi hunerên destkarîyê li ser xwe dimînin, dabara jîyanên xwe dikin. Ayhan bi dirûtinê, Nezehet jî bi çêkirina nanê sêlê çar sal in li vê bazarê ked didin.
Friedrich Merz, ku di hilbijartinên Yekşemê de rêjeya dengên herî mezin bi dest xist, li ber e ku bibe serokwezîrê Almanya. Merz hişyarî da ku çarenivîsa Ewrupa ne di xema Washingtonê ye. Merz bang li rêberên Ewrupî kir ku bi lezgînî hêza xwe ya parastinê organîze bikin
4 min
About Voice of America
From the publisher's feed
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries