833 hefte ne, bi pêşengîya Komela Mafê Mirovan û malbatên windayên salên 90’î, her hefte roja Şemîyê li Amedê, li ber peykerê Mafê Jîyanê, çalakîya bi dirûşmeya ‘Bila Windayî bên dîtin, tawankar bên darizandin’ lidardikeve.
Di salvegera 80'yan ya azadkirina Kampa Auschwitz, plan hene ku xanîyê qumandarê kampê, Rudolf Hoss bikin navendeke lêlolînên dijî kîndarî û tundrêbûnê.
Jinên Mûsilî di bazara berhemên xwemalî de karên ku bi destên xwe çêkirine nîşan didin û bi firotina wan dabara xwe dikin. Rojane hejmareke girîng ji Mûsilîyan serdana vê bazarê dikin ku berhemên bi kalîteya baş û bi erzanî bikirin
Jiber kêmbûna baranê rûniştvanên herêma Dêrikê dûa ji xwedê dikin ku baranê bibarîne. li Herêmê ji wê kiryarê zêwe tê gotin ku gundî bi awayekî hevbeş xwarin çêdikin, zarokekê wek bûka baranê dixemilînin û derdikevin dûayan.
Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîka Donald Trump roja Înê serdana wan herêman û wîlayetên Amerîka bike ku felaketên xwezayî lê çêbûne yên weke şewatên California û Bahoza North Carolina.
Nûner Elise Stefanik, berbijara Serok Donald Trump wek balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî, roja Sêşemê di rûniştina pesendkirina Senatoyê de rastî pirsan hat.
Silêman Ehmed rojnamevanê beşa Erebî ya Rojnewsê ye û li Herêma Kurdistanê dijîya. Di 25;ê Cotmeha 2023'an de dema ji Rojava vedigeriya Herêma Kurdistanê, hat girtin. Piştî 5 rojan, asayîşa Duhokê Silêman Ehmedî bi sîxuriya PKK'ê tohmetbar kir, lê rojnamevan wê tohmetê red dike.
Bi berdewamîya êrîşên Tirkîyê re, kurdên Sûrîyê doz ji civaka navnetweyî dike ku fişarê bike û dawî li şerê li Sûrîyê bîne, û êrîşên Tirkiyê û komên çekdar li ser herêm û hêzên kurdan rawestîne.
Serok Donald Trump roja Duşemê vegerî Qesira Sipî û demûdest dest bi kar kir. Wî li ser çend mijarên serekî yên wek koçberî, pêşvebirina enerjîyê jimareke ferman îmza kirin.
4 min
About Voice of America
From the publisher's feed
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries