🎧 Cemile Turhalli | Ziman, Nasname û Berpirsiyariya Nifşan
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mina Acer, mêvana me Cemile Turhalli ye.
Di vê gotûbêjê de, Cemile Turhalli li ser zimanê zikmakî, asîmîlasyon û têkiliya ziman bi nasnameya mirovan re diaxive. Li gorî wê, ziman ne tenê amûrek ji bo axaftinê ye; ew bingeha hişmendî, hest, çand û hebûna civakê ye.
Her weha, ew balê dikişîne ser rola jinan wekî afirîner û parêzvanên çandê, û cihê ciwanan di veguhastina ziman û nirxan de. Di gotûbêjê de her wiha mijarên parastina Zazakî, mafên zimanî û mafên xwezayî yên mirovan jî tên nîqaşkirin.
🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Cemile Turhalli li ser ziman, çand, nasname û paşeroja Zazakî bibihîzin.