Pêvajoya newekheviyê ya ku ji cihêkariya malê destpê dike, li kargehê, li sikakan bi astên cuda didome. Newekhevî tenê ji kiryarên cihêkar pêk nayê, ji kiryarên ku rewşên cuda ên zayêndî û civakî ên jinan nasnake jî pêk tê. Jin di heman demê de ji pêvajoya perwerdehiyê tên dûrxistin, di nav pêrgalên pederşahî ên ku her roj ji nû ve diafirin û tên meşandin, dibin mehkûmên kevneşopî û xizaniyê.