Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
20ê Adarê 1990. Dê û bavê min, ew û hevalên xwe tev jibo ku bi awayekî ‘’veşartî’’ Newrozê pîroz bikin, li Sûr ya Diyarbekir saloneka dawetê kîra dikin.
Jibo neyên ferqkirin ji hevalên dê û bavê min yek dibe zava û yek dibe bûk. Xwedîyê salonê gava dibîne ku mesele ne dawet e, lê Newroz e dibêje ‘’Eyb e nabe heyran, ez jibo Newrozê pereyan ji we nastînim.’’
Bûk û zavayê wan dikevin salona belaş û daweteka nerast û pîrozkirineka rast destpê dike.
Dîya min bi heml e, di meha 9an de ye, lê radibe govendan. Ne tenê govend, xwe di ser agirê Newrozê re jî diavêje. Jin mêr herkes ji dîya min re dibêje ‘’Ewqas nereqise, bes xwe bihejîne, tuyê bebikê li vir bînî dinê ha..’’
Li ser wan gotinan dîya min dibêje ''Doktor ji min re gotiye bebik dawîya Adarê tê dinê, ez jî jixwe dixwazim bira di Newrozê de were dinê, loma min berdin, ezê nesekinim.''
Heqet jî wer dibe. Polîs bi Newroza veşartî dihisin û tên salonê, hinekan digrin dibin, dîya min jî jiber sancîyên wê dibin xestê.
Dîya min li xestê, di sanciyên giran de ye, li ber barê bebika xwe dide bi gotina jinên berê, zor e yanî, ebe, hemşîre ji wê dixwazin ku bimeşe.
Dema dîya min radibe dimeşe, ji dûr ve dengê ambûlansekê tê, zîz. Dinêre dîya min, dibîne jinekê derbazî acîlê dikin.
Dibêjin telebeyeka unîversîte ye li ser bircên Diyarbekir agir berdaye canê xwe û xwe ji bircan avêtiye.
Dîya min nas dike wê, hevalên hev yên unîversîteyê ne. Sancîyên dîya min zêde dibin; zêde dibin sancîyên dîya min.
Sancîyên dîya min zêde dibin û 21ê Adarê 1990, ez têm dinê. Ez têm dinê û çend rojên din Zekiye Alkan diçe.
Adar 2025. 35 sal pîştî wan şevan; dîya min, jibo dîya min sancîya herî mezin, ez, jibo min sancîya herî mezin, qîza min, em bi hev re li ber bircên Diyarbekir in. Porê qîza xwe miz didim û dibêjim, ''Newroza te pîroz be berxika min. ''
Guhdar D.
Foto: Ji salên 1990î zaroktîya Guhdar D.
Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.
https://www.instagram.com/perxudrespodcast/
[email protected]
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.