Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
''Li erebeya xwe siwar dibim û muzîka xwe eyar dikim. Îro rojeka bi hizûr e: Ji Mehmet Atlı, ji İssa Hassan yanî, Gula Dil vedikim. Çiqas pir hez dikim ji vê muzîkê, min derd û kulên xwe bîrva kirine, diçim manîkura xwe. Xweş e, çi xweş e dinya, dinya piçek sar e lê ne xem e, na!
Qelebalixek, trafîkeka pir dixuye li ser Pira Dîcleyê. ‘’Offf’’ dibêjim, ‘’ez ‘’nagihîjim randevuya manîkura xwe..’’ Trafîk ne trafîkeka normal e.
Pêşî ambulansekê dibînim, dûra li pişt ambulansê jinek. Disekinim.
Jineka gênc, li dora 30 salî, dixwaze xwe ji pirê biavêje, bikuje xwe. Wek jina hew maye ji pirê bikeve, nola wê, dolbenda wê ya pembe jî hew maye ji porê wê yê reş bikeve.
Muzîkê digirim, erebeya xwe tam disekinînim, derdikevim ji erebeyê. Ewê birra jî xwe bikuje? Çima, çi hatiye serê wê eceb? Mêrê wê, mêrê wê xirabîyek kiriye! Naaaa, belkî nezewicandî ye, eceb yekî din tiştekî xirab anîye serê wê?
Pirs min ditirsînin. Jinik hêdîka, bi alîkarîya ewên ambulansê li ser pirê derbazî hêla rê dibe. Çepik, çepik, çepik! Kêfxweşî tê ser rûyê herkesî, herkes dikene, lê jinik nakene. Xemek li ser rûyê wê ye, li ser serê wê dolbenda pembe, wê ber bi ambulansê ve dibin.
Li erebeya xwe siwar dibim. Vê carê muzîkê venakim, naxwazim li tiştekî guhdarî bikim, naxwazim herim manîkura xwe jî. Îro rojeka berbad e, dixwazim biverişim.
Qederê difikirim: Eger qeder hebe, qeder çi ye? Ji tiştan çi di destê me de ne , çi ne? Qeder? Dê û xwişk, bav û bira, îş û eşq, mirin, mayîn giş qeder in?
Bi pirsên pir hatime manîkura xwe. Kêfa min tuneye, lê êdî hatime. Hem naxwazim careka din bi randevuyê re serê xwe biêşînim û hem ez dixwazim destên min xweşik werin xuyakirin.
Keçikek neynûkên min dixe nava avê. Sakîn im, spas dikim û piçekî dikenim herhal. Ez û keçik dest bi sohbetê dikin.
Navê wê Nazli ye, lîse nû qedandiye. Bi birayekî xwe û dîya xwe re dimîne. Bavê wê ji zaroktîya wan ve terka wan kiriye, çûye. Dîya wê tik û tenê ew ew mezin kirine. Xem tê ser rûyê min.
Dikene Nazlı û dibêje ‘’Ablacım, li ber nekeve, qeder..’’
Berîya ojeya min lê ke, dipirse Nazlı, ‘’Bira çi reng be?’’ Dibêjim ‘’bira pembe be..’’ Ji rengê dolbenda jina li ser Pira Dîcleyê dixwest bikuje xwe. Pembe. Dûra xwe ji xwe re dibêjim: Qedera pembe.. ''
Guhdar D.
Tu jî dikarî not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînî.
https://www.instagram.com/perxudrespodcast/
[email protected]
Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne.
Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e.