
Sign up to save your podcasts
Or


Ali Riza Aslane ku hestiyê kurê wî yê 27 salî di nava kutiyeke de radestî wî kirin ji Podcast Kurdî re axivî.
Aslan dibêje; "Ger dozger li wir buna min ê jê re bigota "Ger zarokên te bi vî awayî bidana te yê qebul bikira ez ê jî qebul bikim.
Nuştox Haydar Diljen behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro edebîyatê Sêwregi keno.
Dimilîya Sêwregi mîyanê fekanê Zazakî de cayê aye zaf muhîm o. Endamê Grûba Xebate ya Vateyî
Nuştox/Cigêrayox Haydar Diljen o ke bi xo zî Sêwregi ra yo û Diljen ma rê behsê Dimilîya Sêwregi û
vizêrî ra hetanî ewro ziwanê ma de cayê edebîyatê sêwregi keno.
Masîvan Veysî Bozyil ê li Amedê ev 30 sal in masîvanî dike, her sibe û êvarê ji Çemê Dîcleyê masiyan digre, tîne dikana xwe ya li Mêrgahmedê dipêje û xav jî difroşe. Bozyil dibêje ku di Çemê Dîcleyê de 17 cureyên masiyan hene. Bozyil destnîşan dike ku çêkirina bendavan û ocaxên qûmê, bandorek neyînî li masiyên Çemê Dîcleyê dike. Bozyil ê ku debara xwe bi masîvaniyê dike, ji karê xwe û masiyan pir hez dike. Bozyil di heman demê de helbestan jî dinvîse.
Alî Fikrî Işik dibêje, lîstika xirab a Dalkurdê berdewam dike û lîstîka xirab a Dalkurdê li yarîgehê ne di xema berpirsên wê daye.
‘Her tişt li ser dile mîrov e, heke tiştek binuqute dilê însan ne mimkun e ku ew tişt bisernekeve ‘ wiha dest bi xeberdana xwe dike Nazîme Curga.
Curga, jineke 39 salî ye û bi qasî 18 salan e li Wanê temîra amurên elektronik dike. Curga , dayika 5 zarokan e û him ji mala xwe ra eleqedar e him jî kargeha xwe dinêre. Serê sibê wexta kar û barê xwe yê malê temam dike, tê derîyê kargeha xwe vedike û piraniya zemanê xwe li wê derê derbas dike.
Tişteke wê xemgîn dike heye; berteka mêran…. Nêzîktarîya mêran wê gellek aciz dike . Lê baş e ku hevserê wê ji wê ra buye darpiştek. Curga, ne ji karê xwe ne ji sekna xwe yek gav paş da neavêtî ye , her dewam kirîye. Hetta dibêje ku êdi li hember wê pejirandinek heye.
Pêşnîyareke Curga ji jinan ra heye û dibêje divê jin jixwebawer bin û qet xwe biçuk nebinin…..
M. Malmisanij na beşa qiseykerdişê xo de derheqê kamîya (nasname) şarê ma de zanayîşanê hîrayan dano û qalê meylanê xeletan ê ke zirar danê ziwanê ma ro keno…
Na mesele Dewa Daxdewranî ya Gergerî de qewmîyaya. Bêrê ma goşdarî bikerê hela çi ameyo sereyê nê di birayan.
Kor Letif bi nameyo bîn Hefiz Letîf her roj semey rizqê tutanê xo
keye ra vejyeno teber ke şêro sûke. La minîbûsê Dîyarbekirî ey
nêgênê û tira remenê.
Letîf her roj pê na kerdena minîbusçîyan zehmetî anceno, ezîyet
vîneno. Ma na Podcasta xo de Letifî de pîya verê keyeyê ey ra kewtî
rayîr û bîyê şahadê zehmetîya ey û neheqîya ke minîbusçîyê
Dîyarbekirî ey rê her roj kenê.
Li Şirnexê talan kirina daristanan zêdebuye. Bi hinceta ewlehiyê rojane hezar û 500 ton dar têne birin.
Parêzer Mahmut Sidar dibeje; Di qanunê de mafê her tiştekê heye, mafê darekê jî he ye. Lê kesên berpirsiyan van qanuna nainin cih.
Cilên Tom Crouise ji aliyê kurdekî ve tê dirûtin.
Ezîz Ormanci yê ji navça Farqîna Amedê ye, di 23 saliya xwe de diçe Amerîkayê li wir ji kesên navdar ên cîhanê, yên wekî Tom Cruise û gelek dewlemendên cîhanê re cilan didirû û bi karê terzîtiyê dike û li cîhanê navdar dibe.
From the publisher's feed