Podcast Kurdî

Podcast Kurdî

By Podcast KurdiNews
Download on the App Store

Podcast Kurdî episodes

  • Ne girtîgeh e: Dojeh e

    Zindana Diyarbekirê ew cihê ku mirovahî lê miriye.Girtîgeha Diyarbekirê di derbeya leşkeri a 12 îlona 1980î de bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahîyê tê naskirin bi destê hikûmetê hat girtin. Mexdûrên îşkenceyê behsa serboriyên xwe yên li zindanê dikin.

    13 min
  • Şahab Laçîn qalê edebîyatê fekkî yê ziwanê ma keno

    Nuştox û cigêrayox Şahab Laçîn xeylê wexto ke qezaya Dîyarbekirî Gêl û der û dormeleyê ci de estanik û deyîranê Zazakî ser o cigêrayîşan keno.

    Eyê ke wazenê edebîyatê fekkî yê zazakî ra hayîdar bê eşkenê nê qiseykerdişê Şahab Laçînî ra îstîfade bikê.

    45 min
  • Rojava- Tekane hostayê hesin li Qamişlo

    Xwediyê tekane kargeha hesin Ezîz Hesen li kargeha xwe gelek amûrên hesin çêdike û wan dişîne bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hesen ji xeyala zaroktiya xwe avakirina kargehekê bi cî aniye û bûye hunermendê hostayê hesin.

    18 min
  • Wan- Dozgerê kerr û kor e wezîr gundiyan tohmetbar dike

    2 sal berê gundiyên bi navê Servet Turgut û Osman Şiban ji helîkopterê hatin avêtin. Servet Turgut koça dawî kir û Osman Şiban jî demeke dirêj li nexweşxanê tedawî bû. Îddîaname nehatiye amadekirin dozgeran xwe kerr kirine û li cihê wan wezîrê navxwe gundiyan töhmetbar dike.

    12 min
  • Çîroka koçberiya pîremêrekî Efrînî

    6 sal bi ser dagirkeriya Efrînê derbas bûye û ji heyama 6 salan Efrîn wêran xelkê wê perişan e. Mam Xelîl yek ji şêniyên Efrînê ye ku di heyama 6 salan hem hemû zarokan xwe wenda kirine û hem tûşî derbederi, xizaniyeke dijwar bûye. Podcasterê me Welîd Hûsên çîroka Mam Xelîlî tomar kiriye.

    17 min
  • Kanî Xulam: Şarê Îranî hînî azadî wazenê

    Nuştox û cigêrayox Kanî Xulam derheqê kişyayîşê Jîna Emînî û xoverrodayîşanê bindestanê Îranî de vano " Şarê Îranî hînî serbestî wazenê. Ganî pêro şarê Îranî bêrê tekişt û Rejîmê dîktatorî birijnê"

    Kênaya Kurde ya 22 serrî Jîna Emînî roja 13ê êlûla 2022yî Tehran de hetê polîsanê Dewleta Îranî ra, bi bahaneyê porê aye asîyeno, ameybî îşkence kerdene û dinyaya xo bedilnabî.

    23 min

About Podcast Kurdî

From the publisher's feed

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"