
Sign up to save your podcasts
Or


Nê rojan de 2 kitabê Zaza Cebelî *Dayika Şer (Helbest) û *Meseleyê Verênî û Estonekê hetê weşanxaneyê J&J ra çap bîyê.
Zaza Cebelî derheqê na xebata xo de Podcast Kurdî rê behsê xebata xo ya “Meseleyê Verênî û Estonekê” keno.
No veng, vengê ziwanê şima yo…
Koma Swing Amedê bi salan e li cî û warên dîrokî yên Amedê bernameyên dansa swingê li dar dixe. Endama Koma Swing Amedê Newal di vê podcastê de behsa çîrok û projeyên Koma Swing Amedê kiriye.
Rojnameger Mihemed Yildirim wê rûdanên girîng li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê binirxîne û şîrove bike. Ev yekem xelelka podcasta Mihemed Yildirm bû. Bila guhê w eli ser me be. Dengê me dengê we ye.
7 sal bi ser koça Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî borî. Di 7 salên koça wî de ne li Tirkiyê tiştek guherî ne jî kujerên wî hatin aşkerekirin. Parêzer Abdullah Çagerê hevalê Tahir Elçî ye behsa wî dike.
Zêdetir ji 2 mehan e jinên kurd bi dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşengiya şoreşê dikin. Di Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî de nivîskar û çalakvana mafê jinan Solmaz Durûdî behsa rola jinên kurd di şoreşê de kiriye.
Li bajarê Wanê û navçeyên sînorî yên Serhedê bikaranîna maddeyên hişbir bûye diyarde. Rojnameger Nejla Kirbaş di vê podcastê de behsa metirsiya maddeyên hişbir li herêmê dike.
🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê
🎙️62 sal bi ser komkujuya Şewata Sînemaya Amûdê derbas bû. Di wê şewatê de rejima Beasê agir bi sînemê xistibû û 230 zarokên kurd canê xwe bext kiribûn.Yek ji şahidên wê bûyerê ji me re behsa wê rojê kiriye.
Li ber diranên çerxa felekê yek bi yêk dişken dikanên taxa. Li gor daneyên Odeya Esnaf û Pişesazan a Diyarbekirê di 10 salên dawîyê de 3 hezar û 500 dikanên taxa hatine girtin.
📍Bi cend deqîqeyan bikifikirin, di şeveke de hemû mala wetevî xwişk û birayên we li ber çavên we tên şewitandin.
Muhendisê bernamesaziyê Mehmet Can Seyhan demeke li Swêdê ye û li Swêdê kompanyaya xwe ava kiriye. Di demeka kurt de ew bûye yek ji mezintirin bernamesaz li Swêdê. Çîroka Seyhan di vê podcastê deye.
From the publisher's feed