
Sign up to save your podcasts
Or


Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.
Ji ber qeyrana aborî û bihabûna yêm û dermanan heywanên çewlikên şîr jî yek bi yek tên firotin û şîr û penêr êdî nema peyda dibe. Dikanên penêr ê li sûka Balikçilarbaşî yek bi yek tên girtin û bihayê penêr ji yê goşt zêdetir bûye.
Roja 17ê Kanûne Dîyarbekir de hetê Grûba “Morceleyê Kirmanckî” ra bi nameyê “Şewa Deyîr û Şîîranê Kirmanckî” şayîyêke virazîya. Xeylê heskerdoxê Kirmanckî ameyî şayîye û desteg dayê ci.
Şayîye de Hunermend Xoserî û Eylul Nazlier deyrî vatî, Omer Barasi zî şîîrî wendî
Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye. Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.
Nuştox û cigêrayox, kedkarê ziwanê Kirmanckî (Zazakî) endamê Grûba Xebate ya Vateyî Munzur Çemî roja yewşemeyî şaristanê Almanya Berlîn de dinyaya xo bedilnabi. Munzur Çem rewnayo ke nêweş bi û tedawîya qansêrî dîyêne.
Rayhevalê Munzur Çemî Seyîtxan Kurij û M. Selîm Uzun qalê xebatanê ey kenê û derheqê ey de zanayîşan danê.
Dadgehê di doza kuştina 7 endame malbata Dedeogulları de destên tarî parast û belge û peywendiyên kujer Mehmet Altun ê bi hêzên emnî re red dike. Parêzer @avkrblt behsa rewşa dawî ya doza malbata Dedeogullari dike.
Ji ber qeyrana aborî û bilindbûna enflasyonê Xelkê Wanê êdî nema dikarin pêdawîstiyên xwe yên serekî bistînin. Karsaz @SemsettinBZKRT dibêje pdî li herêma pîşesaziyê dengê fabrîkayan nayê bihîstin û qeyranê kêr gihandiye hestî.
Diz li Diyarbekirê her ji çend mehan sîstem û kabloyên kanala Amed Radyo Tvyê didizin. Xwediyê @amedtvradyo Ferat Memetoglu dibêje; armanc ji diziye qutkirina dengê Amed Radyo Tvyê ye.
Dewên de pîrê bena û na mesele yena ci ser. Bêrê ma pîya goşdarîya meseleya pîre bikerê.
From the publisher's feed