
Sign up to save your podcasts
Or


Tawanên weke destdirêjî, lêdan, îşkence û kuştina jinan bi destê mêran berdewam dike.
Li gorî raporên saziyên jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava 10ê mehên sala 2021ê herî kêm 280 jin hatine kuştin.
Me di vê podcastê de behsa tûndiya li ser jinan kiriye.
Xwendekara ciwan Ayşegul Avesta di vê xeleka podcastê de romana Mirina Kalekî Rind a Mehmed Uzunî şîrove kiriye.
Beno ke efsaneyêk bo, beno ke zûrî bê labelê, hingê Samuel Beckettî estibê û asmênê Parîsî ser o hingê Beckettî bifirê ma şaş nêmanenê.
Nirxê dolarekî Amerîkayê 10 lireyê Tirkiyê derbas kiriye.
Bi bilindbûna dolarî re nirxên kelûpelên xwarin û vexwarinê jî bilind dibe.
Ev rewş tesîrê li xelkê bajarên kurdan dike, lewre meaşên karmendan hêj nagihiştine malên xwe li mesrefan diçe û namîne.
Sendîka û rêxistinên rojnamegeran, behsa êrîş û dozên li ser rojnamegerên jin dikin û dibêjin; rojnamegerên jin ji yên mêr bêhtir rûberûyî êrîşan dibin. Rojnameger Perîxan Kaya derbarê rewş rojnamegerên jin li Tirkiyê û Bakur podcastek amade kiriye.
Alî Fîkrî Işik, di vê xeleka Bînergehê de behsa tîmên futbolê yên Bakurê Kurdistanê dike û hin reneyan li wan tîman dike.
Işik, kêmûkurtiyên Amedspor, Vanspor, Batman Petrolspor, Diyabakırsporê bo guhdarên xwe destnîşan dike.
Guhdarên hêja! Beriya bi 73 salan weke îro şa’irê sirûda neteweyî “Ey Reqîb”Yûnis Reûf (Dildar) koça dawî kiriye. Lêkolîner Ehmed Beroji derbarê jiyan û serpêhatiya Ey Reqîbê podcastek amade kiriye kerem bikin.
Beriya 4 salan zirxpoşekê li Diyarbekirê li otomobîleke sivîl qelibî û di encamê de 5 kes mirin. Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi hinceta zirxpoşê zirar dîtiye dîtiye û ajokar Fîkrî Demîrbaş jî sûcdar e, ji malbata Demîrbaş 250 hezar Euro pere dixwaze.
Mabênê serranê 2000-2020an de hîkayenuştoxîya kurdkî Bakur de çi rewşe de bîya? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê
Gelo hîkaye çi ya û tewranê edebîyanê bînan ra senî cîya bena? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê!
From the publisher's feed