
Sign up to save your podcasts
Or


Mintiqaya Sêwregi ra estanikêka ecêbe!
Estanikan mîyan de biciwîyê.
Her sal bi sedan penaberên îranî, efxan, bangladeşî û pakistanî ji ber serma xenîqîna di Gola Wanê û êrîşên heywanên kovî li sînorê dimirin.
Parêzer Jindar Uçar dibêje: Penaberî heq e û lêkirina dîware binpêkirina mafê penaberan e.
Divê kurd li Amedsporê xwedî derkevin ji bo xezîneya wê mezintir bikin.
Amedspor çiqas bi serkeve wê mezintir bibe û em ê jî pê serbilind bibin.
7 sal ji ser şerê nava bajarê dîrokî derbas bûne û ligor zanyariyên muxtarên taxên Sûrê, ji ber şer 20 hezar kes ji navçeyê derketine û ji wan 20 hezaran bi tene 5 hezar kes vegeriyane navçeyê.
Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
Ça ku heya dibistan ava nebin, dê mamosta jî tayîn nebin, eynî reng bo mamostayên kurdî tayîn bibin, divê dersên kurdî bên hilbijartin.
Dr. Kenan Subaşı dibêje; tenê dersa kurdî ya hilbijartî ne bes e, lê ew 2 saet ders jî wê gelek deriyên nû li ber kurdî veke.
Gulîstan Doku li kú ye?
Dayika Gulistan Doku ji Perîxan Kaya re axiviye û behsa hewlên dîtina saxî yan mirî yên keça xwe kiriye.
Bedriye Doku dibêje; delîlên kamerayên mobese û malan hemû hatine jêbirin.
Perîxan Kaya amade kiriye.
Li zindanan çend girtiyên nexweş hene?
14 baroyan bo azadbûna girtiyên nexweş çi gav avêtine?
Wê ji bo binpêkirinên mafên girtiyan çi were kirin?
Parêzer Gurkan Isteklî behsa girtiyên nexweş dike.
Aysel Tugluk ji sala 2016an û vir ve li Girtîgeha Kocaeliyê ye hatiye zindanîkirin û ligor malbat û parêzerên wê metirsî li ser jiyana wê heye. Parlementer Meral Danış Beştaş û parêzer Weysi Eski behsa rewşa tendirustiya Aysel Tuglukê dikin.
🎙Yekem runiştina doza Deniz Poyrazê îro ye. Parezerê dozê Turkan Aslan Ağaç dibêje, kujer Onur Gencee ne bi tenê ye û bang li baroyan kir ku xwedî li vê dozê derbikevin.
🎙Gulistan Korban amade kiriye.
10 sal di ser Komkujiya Robozikê derbas bûye û heta niha ne kujer û biryarderê komkujiya 34 xort û zarokên Robozikê nediyar in û doza hiqûqî li salonên dadgehan wendaye.
Gulistan Korban Rençber amade kiriye.
From the publisher's feed