
Sign up to save your podcasts
Or


Mele Enwer Emir Kulu ku ji ber xutbeya kurdî doz lê hatiye vekirin dibêje; Televizyona kurdî vekirine lê ji ber me ji cemaata xwe ya kurd re bi kurdî xutbe û waaz daye doz li me vekirin edaleta wan jî ev e.
Rojnameger Azad Altun dibêje, Ukraynî ji alîkariya NATO û YEyê kêfxweş in lê gazinên wan jî hene û dibêjin welatên Rojava weke pêwîst me naparêzin.
Malbatên zarokên xwe bi şîwezarên kurmancî û zazakî mezin kirine dibêjin, zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike û zarokên di akademî û perwerdeyê ne gelekî serkeftîne.
Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
Serokê @EMODIYARBAKIR Elî Can Çetînkaya dibêje, hewceye dewlet şîrketên elektrîkê dîsan têxe bin kontrola xwe û bi pereyekî guncaw elektrîkê bide hemwelatiyan.
Mahsum Rencber amade kiriye.
Kerîm Şêxanî ji zaroktiyê ve kelûpelên kurdî berhev dike û niha li bin Keleha Hewlêrê ji wan keleûpelan mûzexaneyeke niştimanî ava kiriye.
Şiyar Şerîf Berazî amade kiriye.
Beriya bi 97 salan dewletê Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê îdam kir. Heta niha hîn jî cihê qebra Şêx Seîd nayê zanîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren û neviyên Şêx Seîd daxwazin cihê qebra Şêx û hevalên wî werin aşkerekirin
Alî Fikrî Işik dibêje: ‘’Ne rêveberiya Amedsporê ne jî rahênerê Amedsporê problem çaresernekirin û Amedspor niha tûşî wendakirinê dibe. ‘’
Işik diqîre û dibêje: ‘’Ez weke alîgirekî Amedsporê vê rewşa Amedsporê qebûl nakim.’’
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz dibêje, di îddianamê de ti tiştek nîn e. Em 2 sal in benda wê bûn lê mixabin vala derket.
Rojnameger Perihan Kaya amade kiriye.
Serokê Odeya Esnafên Diyarbekirê Alican Ebedinoğlu dibêje: "daneyên TUÎKê ne rast in û esnaf nikare li ser piyan bimîne. Me kredî û fonên pêwîst nestendin û roj bi roj esnaf dikanên xwe digirin.
Rojnameger Mahsum Rençber amade kiriye.
Hejarê Şamîl: Heger Rûsya êrîşî Ukrayna bike wê herî zêde Ukrayna zirarê bibîne.
Rojnameger Hejarê Şamîl, rûdanên li ser sînorê Ukraynayê şîrove dike.
From the publisher's feed