
Sign up to save your podcasts
Or


“Min bi keça xwe re di heman demê de dest bi zanîngehê kir, bi neviyê xwe re jî mezûn bûm . Di serî de û di dawiyê de bîranîneke min a wisa xweş heye”
Beril Caymaz amade kiriye.
“Stranên ku jinên kurd sitraye zêdetir di hişê civaka kurdî de weke klasîkên muzîka kurdî mane. Jinan reseniya civata kurdî bi giştî berhevkirine û strane.”
Nûjîn Onen amade kiriye.
Di nava salekê da çi rûda?
Doza malbatê gihiştiye çi qonaxê?
Parêzer Hîdayet Emek û Emîne Şenyaşar ji Podcastkurdiyê re axivîne.
Jinên kurd îsal jî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di nava tundûtujiyê de pêşwazî kirin. Di nava salekî de 280 jin hatin kuştin. Baş e dema jinek rastî tundiyê tê û serî li dadgehê dide rastê helwesteke çawa tê? Medya bi çi awayî cih dide kuştina jinan? Bersiva van pirsan di vê podcestê de ye.
Şiyar Şerîf Berazî bi dawîn prensesa Kurd û rêvebera rêxistina jinan Yekitiya Afretani Kurdistan Sînemxan Bedirxan re axivî.
Sînemxan Bedirxan: Rewşen Bedirxan ji bo ku jinên Kurd xwe bi pêş bixin gelek xebitî
Bi minasabeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cihanê em ê ji Dêrika
Mêrdînê çîroka jineke kurd ya serkeftinê bi we re parve bikin.
Sevdat Bakî bi bisiqlêteke li Dêrîkê xelayê 95 jinan pêk aniye û wan fêrî ajotina
bisiqletê kiriye.
Bakî dibejê: “Ajotina bisqilêtê xeyalên zarokatîyê ya jinan bu. ME xeyalên wan
pêkanîn.”
Xecêya karsaz piştî xwendina zanîngehê dest bi pîşeya bavê mêşvaniyê kiriye. Xecê niha bi karê mêşvaniyê debara malbata xwe dike.
Xecê çîroka xwe û mêşvaniyê ji me re vegotiye.
Karsaza jin a Şirnexî Xeyal Erkanê kargeh û dikaneke qehweya kizwana li Gundikê Melî çêkiriye û
Xeyal Erkanê serpêhatiya qehweya xwe ya bi navê Daristanê ji me re vedibêje.
Nivîskar û rojnameger, Ali Fikri Işık div ê xeleka xwe de behsa êrîşa Rûsya bo ser Ûkraynayê kiriye.
Ali Fikri Işık dibêje: "Ez nabêjim ka kî mafdar e, ka kî ne mafdar e; şer ji binî ve nebaş e û xirab e weke kurdan ku bi salan me êşa şer dîtiye divê beriya hemûkesî em li dijî şer bin.
"Şer milletan dirizîne"
Daxwaznameya Partiya Însan û Azadiyê ji sala 2018an nayê qebûlkirin
Wezareta Navxwe dîlekçeya partiyê qebûl nake.
Serokê Partiyê Mehmet Kamaç proseya rêgiriyên li pêş partiya xwe aşkere kiriye.
From the publisher's feed