
Sign up to save your podcasts
Or


Mûçeya kemane karmendan roj bi roj beramber bilindbûna enflasyonê dihile.
Mahsum Rençber ligel karmenda bi mûçeya kemane kar dike Mercan Bayikê daketiya bazarê û lê guhdar kiriye bê ka mûçeya wê têra çi kiriye.
Parlementerê berê yê HDPê Mehmet Ali Aslan dibeje, ji ber xemsariya Komisyona Hiquqê ya HDPê dosyayên me li DMMEyê hatin red kirin. Ev yek nayê qebulkirin.
Gulistan Korban amade kiriye.
Di serîhildana DAIŞê de 4 sivîl, 47 pasevan û 40 şervan şehîd bûn.
Lêkolîner Dr. Zara Salih proseya serîhildana DAIŞê ya li Rojava ji Podcaskurdiyê re şîrovekiriye.
Hewlên fraksiyonên Iraqê ji bo avakirina hikûmeta nû dewam dikin. Tevgera Sedir wê hikûmetê ava bike.
Gelo wê Tevgera Sedir ji qeyranên Iraqê re bibe derman?
Lêkolîner Ziryan Rojhilatî şîrove dike.
Alî Fikrî Işik temaşeyî maça Amedspor û Kirşehir Bldsporê kiriye û dibêje, divê rêvebirên Amedsporê vî halî tîma xwe qebûl nakin û rabin ser piyan.
Şaredariyê biryara rûxandina 1.500 xaniyî daye û heta niha 500 xanî hilweşiyane. Wêlatiyên taxê ‘dibêjin heta ku me bi zorê dernexin em malên xwe vala nakin.’
Perixan Kaya amade kiriye.
Li Bakurê Kurdistanê sal bi sal rêjeya îxracatê zêde dibe.
Îsal jî herî zêde bajarê Dîlokê îxracat kiriye.
Mahsum Rençber amade kiriye.
Dîmenên rojnameger Rojhat Dogru yên di xwepêşandanên 6-7ê Cotmeha 2014an li Diyarbekirê tomarkiribûn ji aliyê gelek saziyên navdewletî yên medyayî ve hatibûn bikaranîn û Rojhat Dogru hêjayî xelatê hatibû dîtin.
2 sal bi ser wendakirina Şîmonî Dîrîl û Hurmiz Dîrîl derbas bûye. Cenazeyê Şîmonî piştî wendabûna bi 69 mirîtî hat dîtin.Lê, hîn jî Hurmuz Dîrîl bêserûşûn e.
Parêzerê malbata Dîrîl Orhan Kemal Cengiz doza malbata Dîrîl ji podcastkurdiyê re şîrove dike.
Kampanya aktivîst û dildarên kurdî ya ‘’kurdî hilbijêrin’’ ji aliyê xelkê bi germî hat pêşwazîkirin û bi hezaran kesî navên zarokên xwe ji bo dersên bijartî yên kurmancî û zazakî tomarkirine.
Rojnameger Gönül Morkoç ê amade kiriye.
From the publisher's feed