Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio dibêje, divê Hamas were jinavbirin û Gaza ji bandora Wê were rizgarkirin. Raporta Arash Arabasadî, Bapîr Şêrwanî pêşkêş dike.
Kurdên Sûriyê dibêjin li ser rûpelên medyaya civakî gef û gotara kînê li dijî wan zêde bûne û gelek rûpelên sexte hatine çêkirin bi armanca derxistina tevlihevîyan li herêmên kurdan.
Şandeya Îmralîyê roja Dûşemê li Hewlerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir da ku peyameke rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan yê gîrtî, pêşkeş bike.
Di Kela Enqerê de, pêşengeheke hunera xeta destan di nav Festîvala Çanda Kevneşopî ya Enqerê de hate lidarxistin. Ji bilî wê jî, Kelê pêşengehên wêne, cil û berg, û tiştên gelêrî jî himbêz kirin.
Felek Yûsif li Girkê Legê cihekî taybet ji bo hunera xwe vekiriye û tê de daxwazên xelkê pêk tîne. Ew cih ji bo ciwanên ku ji hunera şêwekarî hez dikin, bûye derfetek ku tê de xwe pêş bixin û kar jî bikin.
Li avahîya operayê ya Şamê, mûzîkjenên orkestraya semfonî ya netewî ya Sûrîyê konserta xwe ya yekê ya klasîk piştî hilweşandina rêjîma Beşar Esed lidar xist. Beşdaran di vê çalakiya muzîkî de anî ziman ku çanda Sûrî her tim cihêrengîya civakê daye pêş
Helbestvan Mizgîn Ronak ku 30 salan di zindanên Tirkiyê de girtî bû û 8 dîwanên helbestan nivsandine, dibêje wê bi rêya nivîsîna helbetsan hest bi berdewamiya jiyanê dikir. Ew ji Dengê Amerîkayê re behsa serbor û girêdana xwe ya bi helbestê ve dike.
Di demekê de ku nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoeyeke nû ya jibo çareserîya pirsa Kurd li Tirkiyê di rojevê de ye, Wezareta Navxwe qayûm da ser Şaredarîya Wanê û ev yek li Amedê hate protestokirin.
Bernameya nû ya 7Reng çalakiyên çandî û hunerî bi hemû cûreyên wan li herêmên Kurdî û cîhanê pêşkeş dike.
29 min
About Voice of America
From the publisher's feed
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries