Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries... more
FAQs about Voice of America:How many episodes does Voice of America have?The podcast currently has 657 episodes available.
May 26, 2026Kurdên Rojava ser Prosesa Hilbijartinên Parlemana Sûrîyê Çi Dibêjin? - May 26, 2026Piştî bidawîhatina hilbijartinên parlemana Sûrîyê, rêjeya beşdarîya Kurdan bûye mijareke germ li Rojava. Çalakvan û rojnamevan dibînin ku bandora Kurdan di nav parlemanê de ji ber mekanîzma hilbijartinê û rêjeya lawaz a Kurdan dê lawaz be....more5minPlay
May 26, 2026Ji ber Buhabûnê, Bazarên Qamişlo Berî Cejna Qurbanê Lawaz in - May 26, 2026Ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, bazarên Qamişlo bi reng û şêranîyên cejnê hatine xemilandin, lê tevgera kirîn û firotinê li gor salên borî lawaz e. Bilindbûna buhayên kel û pelan û guhertinên dawî yên sîstema gumrikê hêza kirînê ya welatîyan kêm kiriye û firoşkarên sewalan û şêranîyê xembar hiştine....more4minPlay
May 25, 2026Nêrînên Cuda Derbarê Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê - May 25, 2026Pêvajoya aştîyê li Tirkîyê li gor hikûmetê bê kêşe berdewam dike, lê li gor alîyên Kurd pêvajo her çipas bidome jî lê heta niha ti gaveke erênî nehatîye avêtin. Ew hişyarî didin ku eger pêvajo wiha berdewam bike, dibe ku raweste....more4minPlay
May 25, 2026Li Hesekê 88 Endamên Din yên HSD’ê yên Dîlgirtî Hatin Berdan - May 25, 2026Li Hesekê 88 endamên HSD’ê yên dîlgirtî ji hêla hikûmeta Sûrîya demkî ve hatin berdan. Tê zanîn ku ev piroseya 6an a berdana dîlgirtiyan bû, û li gorî parêzgarê Hesekê sibe dê piroseya 7an were bicîkirin....more3minPlay
May 25, 2026Bultena Rojê: Serok Trump Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî Pîroz Kir - May 25, 2026Îro li Amerîkayê Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî ye ku bi navê Memorial Day tê nasîn. Salih Demîcer vê nûçeyê û hin nûçeyên din pêşkêş dike....more4minPlay
May 25, 2026Serpêhatiya Zarokên Winda yên Êrîşa Kîmyabarana Helebçeyê - May 25, 2026Li gorî Komeleya Qurbaniyên Êrîşa Kîmyayî ya Helebceyê, di roja16ê Adara 1988an de nêzîkî 400 zarokên Helebceyê li nexweşxaneyên Îranê winda bûne. Hin ji xizmên zarokên winda dibêjin ku zarokên wan ji wan hatine veqetandin û careke din nehatine vegerandin....more4minPlay
May 25, 2026Piştî 19 Mehan ji Hilbijartinan Hîn jî Hikûmeta Herêmê Nehatiye Avakirin - May 25, 2026Zêdetirî salek û nîv bi ser encamên hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê re derbasbûn, hîn jî li ser serokatiya parlemanê û avakirina hikûmeteke nû ti rêkeftinek çênebûye. Çavdêr dibêjin ku tevî civînan jî, hîn jî ti hêviyek ji bo avakirina kabîneya 10an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye....more4minPlay
May 24, 2026Hilbijartinên Encûmena Gel li Parêzgeha Hesekê - May 24, 2026Li parêzgeha Hesekê hilbijartinên Encûmena Gel a Sûrîyê hatin lidarxistin. Di demekê de ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) beşdar bû, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bîst û çar partiyên din ew baykot kirin....more3minPlay
May 24, 2026Daxwazên Xelkê Helebçeyê ji Hikûmeta Îraqê - May 24, 2026Salekê piştî ku Helebçe bû parêzgeha 19emîn a Iraqê, hikûmeta Iraqê hîn jî ti proje ji bo bajêr pêk neaniye. Parêzgarê Helebceyê dibêje ku ew ê meha bê serdana Bexda bike da ku bi Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Zeydî re bicive daxwazên parêzgehê bigihîne wî....more4minPlay
May 24, 2026Serdana Barzanî ya Bexdayê û Derfetek Nû ji bo Çareserîya Pirsgirêkan - May 24, 2026Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistasnê Mesrûr Barzanî bi serdanekê li Bexdayê ye, di hevdîtinên xwe yên bi partîyên sîyasî û berpirsên hikûmeta Iraqê re li ser dosyayên girîng ên wekî budçe, madeya 140 û mijara wergirtina genim gotûbêj kirin.Welatî hêvî dikin ku ev serdan çareseriyan bi xwe re bîne....more4minPlay
FAQs about Voice of America:How many episodes does Voice of America have?The podcast currently has 657 episodes available.