Tevî ku mijara zimanê Kurdî tim di rojeva sîyasetê de be jî, asîmilasyona Kurdan didome. Lê, hin hewildanên komel û însîyatifên sivîl hene ku dixwazin zimanê Kurdî bidin jîyandin. Komela Akademîya Ziman e ku ew bi keyfxweşî qedandina kursên Kurmancî yên asta yek û duyan bi şahîyekê pîroz dikin.